
Neteweyên Yekgirtî: 190 hezar kes ji Helebê koçber bûne
.
Li gel ragihandina amara awarebûna 190 hezar welatiyan ji bajarê Helebê ji ber serhildana aloziyan; Neteweyên Yekgirtî bang li aliyan dike ku, bi lez rêyeka ewle ji bo derkeftina welatiyan vekin û canê sivîlan biparêzin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric îro (Duşem, 12.01.2026) nîgeraniya xwe li ser rewşa bajarê Helebê anî ziman û ragihand ku, ji ber şer û aloziyan rewşeka mirovî ya dijwar çê bûye.
Stephane Dujarric di konferanseka rojnamevanî de eşkere kir: Em rewşa Helebê ji nêz ve dişopînin û em bi hemî aliyên peywendîdar re di têkiliyê de ne. Li gorî raportan, gelek qurbanî û birîndar li wî bajarî hene û pêdivîtiyeka bilez ji bo parastina sivîlan û jêrxaneya wî bajarî heye.
Navbirî di derheqa amara awareyan de jî got: Hevparên me em haydar kirine ku, nêzîkî 190 hezar kesan ji ber serhildana aloziyan li Helebê aware bûne, niha jî Komîsyona Bilind a Penaberan (UNHCR) û hevparên wê alîkariyan li ser wan kesan belav dikin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li dawiyê jî bang li hemî aliyan kir ku ewlehiya sivîlan biparêzin û tekez kir: “Divê rêkarên bilez ji bo vekirina rêyeka ewle ji bo wan kesên ku dixwazin ji wê deverê derkevin bên bicihanîn.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin