Belgefîlma ser Şêrko Bêkes a bi navê “Daristana Helbestê” li Silêmaniyê hat nîşandan

Belgefîlma ser Şêrko Bêkes a bi navê “Daristana Helbestê” li Silêmaniyê hat nîşandan

.

A+A-

Belgefîlma “Daristana Helbestê” ku ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve hatiye çêkirin, roja Şemiyê 29ê Cotmeha 2022an bi amadebûna rewşenbîr û helbestvanan li Silêmanî ya Herêma Kurdistanê hat nîşandan. Belgefîlm li ser jiyana helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes hatiye amadekirin.

Derhênerê belgefîlmê Sîrwan Rehîm di merasîma nîşandanê de spasiya Rûdawê û hemû kesên ku li pişt ve berhemê bûn kir.

Sîrwan Rehîm diyar kir, peyama di vê xebatê de “lêborîn, bexşîn, tolerans e û peyameke ku îro ji her demê zêdetir ne tenê herêma me, hemû cîhan pêdiviya wê pê heye ku mirov hev du qebûl bikin û bexşinde bin.”

Şêrko Bêkes di destpêka belgefîlmê de behsa roja jidayikbûna xwe dike û dibêje, “Ez di 2ê Gulana 1940an de di germiya şerê cîhanê de li taxa Goyje-Gawranê hatime ji dayik bûm. Piraniya cîranên me Kirîstiyan bûn, Cemîla Xan diya Nûrî Metî, dêşîra min bû, piştî ku ez tême dinyayê, ew xaçekê li ser çavên min bi gurzek komir xêz dike, jinên derdora wê jê re dibêjin ev çi ye? Ew ji wan re dibêje ku ev ji bo pîrozî, zîrekî ye. Kêfxweş im ku jineke dîndar bû dêşîra min, ji ber ku ev nîşana yekîtiyê ye û dîn be jî, yekîtiya du olan e li cihekî û aştî û hezkirinê ye.”

Helo kurê Şêrko Bêkes jî bi kurtasî behsa belgefîlmê kir ku ji berhevkirina 70 demjimêr xebata derhêner pêk tê û got, “Di arşîva mala me de nêzî 50 heta 60 demjimêrên din hene ku heta niha kesî nedîtiye ku ew jî dê di pêşerojê de bibe berhemeke din.”

Helo Şêrko Bêkes spasiya Sîrwan Rehîm kir ji bo erk, hewldan û projeyên curbicur li ser Şêrko ku “ji ruhekî pak û spî ye ji bo cîhan û wêjeya Şêrko, ji bo Şêrko û me hemûyan e”. Her wiha spasiya Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed jî kir ku piştgiriya belgefîlmê kiriye.

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed jî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û got, “Ew xaça li ser çavên wî hatibû xêzkirin lêborînek bexşandibû wî ji bo heta hetayê. Tiştê ku em îro di vê belgefîlmê de dibînin hezkirina wî gelekî zêdetir dike.”

Ako Mihemed li ser belgefîlmê û keda ku hatiye dayîn anî ziman, “Di vê xebatê de em tenê Kek Şêrko nabînin, jineke pir mezin jî dibînin. Kesên ku Kek Şêrko nas kirine dizanin ku beşek ji mezinahî û serkeftina Kek Şêrko ew dayika bû ye ku di vê xebatê de Kek Sîrwan bi Şefîqa Xan a dayika Şêrko Bêkes re sohbeteke şêrîn kiriye.”

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê destnîşan kir, wan hewleke mezin dane ji bo ku belgefîlm beşeke sereke yê karên xwe be û destxweşî li Horîn Xerîb jî kir ku karê belgefîlmê kiriye û ji nifşên paşerojê re hîştiye.

Ako Mihemed li ser çêkirin û berhemanîna belgefîlmê jî got, “Dibe ku em niha bi girîngiya van berheman nehisin lê 340 belgefîlmên ku hene, hemû dîroka me bi vîdeoyê diparêzin ku gelekî zehmet e hin ji wan di nav 10 salan de werin berhemanîn. Em negihîştine gelek komkujî û gelek çîrokên miletan, loma di berhemên me de gelek kêmasî hene. Em dixwazin xwe bigihînin wan hin kesên ku sax mane.”

Ako Mihemed her wiha diyar kir ku belgefîlmên wan ên ku 40 xelat wergirtine hene li seranserî cîhanê lê xelata ku em ji nifşê nû werdigirin ji hemûyan mezintir e ku parastina wê dîroka dibe ku di pêşerojê de xirabtir be.

Çavkanî:Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin