Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bargeha Kurdperweran "Erzan Palas"!

A+A-

 

Di salên 1970 de Amed, Dibistan a Mamosteyî û Erzan Palas, sê wargehên ku li ser xortanî ya min tênek xweş hiştine.

Amed bajarekî binav û deng bû. Di dema Osmanîyan de rolekî balkêş dabû ser xwe û di hinek waran de ev karesat jî anîne cîh. Lê piştî serhildan a Şêx Saîd, temara mirinê ketibû ser Amed û bibû herêmek serete ji bona dewleta Tirk ku bi asîmîlasyona xwe  li ber çavan serkevtî be.

Lê hêlek Amedê a veşartî jî her hebû. Di qorzîkên dibistanan de, di çayxaneyên jiçav dûr de, di Palasên wek "Erzan Palas" de ev têna kurdperwerîyê difûrîya ser çavên me û em dilgeş dibûn.

Dema min nave xwe li Dibistana Mamosteyî a Amedê nivîsand, bi rastî wek ku min du bask bi serkevtî ji xwe re çêkirin ku bi wan bifirim, ewqes kêfa min hat. Ji ber ku, dema min li Lîsa Mêrdîn dixwend, wek her kurdekî ciwan û kurdperwer Amed, paytextê şoreşa Kurdistan bû ji min re.

Dibistan vebû û min bi hevalên xwe re dest bi dibistanê kir. Tenê ji Lîsa Mêrdîn ku me hevdû nas dikir,  Husên Dozen bi min re bû. Yên din hemû nenas bûn. Lê paşîyê min pir kes naskirin û min dît ku dibistana me di bin bandora Nîjadperestên tirkan deye(!) Dolivgerîya dibistanê û berpirsiyarîya xwendevanan jî bi carekê de di destê wan de bû. Di hemen demê de dest bi propaganda û qeflandina me kirin û gef li me xwarin.

Dolivgerîya Dibistanê wek tehdîdekê em girtin bin çavan û her şopandin:

Em li zanistiyê digeriyan. Tiştek di destê me de tunebû. Wek yekî tî, di kele kela germa Tebaxê de ku li avê bigere; em jî li nivîs û lêkolînên li ser Kurd û Kurdistan digeriyan. Mixabin tiştekî hazir, li ber destan jî tunebû..

Rojek Ez û Husên em çûn Pirtûkxana dibistanê û me „Ansîklopedîya Îslamê" girt, danî ber xwe û me herf a „K" vekir û dest bi xwendinê kir.

Beşa li ser Kurd(!) Mesela "K" esas nerîna Tirka, mejûyê wanî li ser veşartin û qedexekirinê derdixe hole!..

Tirkan bi zilma xwe; ji dêlva heqîqatê, bi derewên xwe, em "perwerde" dikirin..

Ev mesela "K" di "Ansiklopediya Îslamê" de minakek ji wan e. Demek hinekan em dîtine ku em di „Ansîklopedî ya Îslamê de herfa „K" dinêrin û dixwînin. Xeberê didin Îdara dibistanê. Me dît ku mamostê berpirsiyarê xwendevanan bi lez hat berbi me de û bi hêrs qêrîya û got: „Tiştekî din nemaye hûn li herfa „K" dinêrin û ansîklopedî ji destê me girt û me ji pirtûkxanê qewrand.

Piştî bi demekê Nîjadperestên tirkan bi şev êriş anîn ser min. Di şerrrekî ku bi sedan kes tê de, çena min hat şikenandin û ez ji dibistanê hatim bidûr xistin. Piştî ku min çena xwe li nexweşxanê xist girêdan a ji bona cebirandinê, hevalan li „Erzan Palas"ê cîh ji min re veqetandibûn. Ez li „Erzan Palas"ê bûm mêvanê Medenî Marsil û Ezîz Aliş. Bi naskirin û sohbeta van herdû xortên hêja ez kêfxweş bûm, şa bûm.

Mesela "Erzan Palas"û Medenî Marsil û Ezîz Alış bi rastî di bîranînên Kurdperweran de cîhekî maqûl digire. Her kurperwerek ku riya wî bi Amedê diket, li „Erzan Palas"ê dibû mêvanê Medenî û Ezîz.


Dema ku Tirkan êrîşî min kir û çena min şikênandin, bi ser de jî min ji dibistanê avêtin; li „Erzan Palas"ê odeyek dan min û qederê 5 mehan ez li "Erzan Palas"ê bûm mêvanê Medenî û Ezîz (Ezîz kurê xwediyê „Erzan Palas"ê bû û Medenî jî katibê „Erzanpalas"ê bû). Me pir şev bi hev re derbas kirin û li ser meselên Kurd û Kurdistan sohbetên me geş dibîn. Di vê demê de „Erzan Palas"ê, hin ji bona meşa Amedê û hin jî ji bona meşa Mêrdîn, mêvanî ji pir xortên Kurd û kurdperwer re kir.

Belavokek, berhemek nû, an jî agahîyek ku derdiket, me digîhand hevûdû û em li ser disekinîn. Dibûn mijarên gitûgoyan ji me re. Şevên me dirêj, cîhê me ewle û çaya me pir bû.

Ew rojanan pir girîng bûn...

Amed di xewde bû; di bin programekî taybet yê dewleta tirk de, ji dervê Lîsa Amedê û Lîsesa Bezirganîyê; piraniyên enstitü û akademiyên Amedê di destê nîjadperestên Tirkan de bûn. Nîjad perest û dilxwazên dagirkeran di kuçe û dibistanên Amed de bicîh bibûn û di bin ewlekarîya Dewleta tirkan de kar dikirin(!)

Tê bîra min carek ez, Husên, Rahmetiyê Vedat Aydın, Osman Doğan û çend hevalên din em çûn Enstitû ya perwerdeyê. Civîna nîjadperestên tirkan li dibistanê hebû. Em di nav wan re derbas bûn û hindik mabû ku êrîşî me bikin.

Di 1975 an de dema ku serokê MHP Alpaslan Türkeş xwest ku bê Amedê. Amed xwe bi serhevde anî û serî hilda; bû dîroka ku cîh ji nîjadperestên Tirkan re nemîne. Di amadekirina vê protestoya hatina Alpaslan Turkeş de pir kar û xebat bi esnaf, dibistan û karmendan re hate kirin. Mehdî Zana qahwexane bi qahwexane digerîya û hatina Alpaslan Turkeş bi gel re şîrove û wan dawetî protestoyê dikir.

Ev wek şikenandina hewldanên dewleta tirk û cîhgirtina hestekî Kurdistanî hat bicîh kirin.

Erzan Palas" bi navê xwe „erzan", lê bi mivanperwerî, helwesta kurdperwerî û ewlehîya xwe pir giranbuha bû.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin