Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

DESPOTÎZM

A+A-

Nuri Aldur                                      

Despot û despotîzm û dîktator û dîktatorî heman tiştin. Li Rojhelatî navîn bi hilweşandina dû rejîmên ku sîstema xwe despotîzmbû; xweşîyek, bêhnferehîyek çêbû li van her dû welatan.Bê goman kêmasî û sûcên mezin niha jî hene li van her dû dewletan, lê ewan niha mîna hûtên/canawarên bê dinanin. Li Başûr, kurd mîna nîv dewletin û li Rojava kurd li ber xwe didin da ewan mafên xwe yî ku ev çend salana hebûn, her bi parêzin. Di van her dû dewletande kurdan xebat û qûrbanîyên mezin û bêhempa dan, da ku gihiştina vê derecê. Ê naxwe rasta gotina ku dibêt ”maf nayêt dayîn, maf têt standin”. Kurda bi tekoşîna politîkî û şerê pêşmerge/şervan, xwe gihandina sewîya îroj¸ Bi gotinekedin kurda û gelêndin yên li Irak û Sûrî, despotîzm şikandin û rewşa heyî ya îroj damezrandin.

Li Irak hêjî neheqî li kurda dibe, balam parlamentoyek heye û kurd jî li gor vê rewşê di polemîkêdene û ewan bûna faktorek li wir û despotîzma despotek nemaye. Lê li Sûrî rewş hinek cûdaye, despotîzma Esed nemaye, balam bi daxawe despotek nû hatîye. Çima ez dibêjim despotek? Ji ber ku ji nihade destên wî bi xwîna kurdan sohr bûyîye û lewra ne bawerîya kurdan û nejî yan awrûpîyan pê têt. Ew hûte/canawara, balam niha dinanên wî nînin. Yanî despotîzm li Sûrî ket, ama despotek li  Şamê heye.

Despotîzm sîstemeke ku bi hemî awayên teknîkî(makezegon, dad, dezgeh, ûnîvêrsîte, ilim û her wekîdin li ser pîyaye) di jîyana rojanedeye. Yanî ewe dewleteke û xwedî hûkûmet û îdareye. Balam li wir mafê xwe îfadekirinê tûneye! Mafê xwe organîzakirinê tûneye! Azadîya kes û grûbên ku dijberîya xwe nîşan bidin tûneye! Her tişt li gor bawerî  û xwestina despotaye. Îran mîsaleke hişkereye ku,  ewe bi sîstema despotîzmê têt îdarekirin. Li vir laboratûwar hene, alim û zanyar hene, qanûn û dadgeh hene! Balam evan dezgeh û enstîtûyan hemî megafon û mîkrofonên despot û despotîzmêne.     

Nivîskarên swêdî, Göran Rosenberg, di pirtûka xwe yî nû, ”I lögnens tid” de weha dibêje: ”Wan kesên ku dengên xwe dane Hitler, û ewan gelek jî bûn, ne ku nezanbûn bê ma Hitler çi dixwest, gelek ji wan hakimbûn, advokatbûn, profesorbûn, mamostên ûnîvêrsîtan bûn”. Lê vaye dîyare ku hemû dewletên bi despotîzmêne, dawîya dawî têk diçin û despot jî tên kûştin.

De ka werin û em pevre çend gotinêndin ji pirtûka Göran bixwênin û ji wan xweşî û zanyarîyê hîs bikin.

Berî bi 2500 salî, tarîxçî Thukydides weha gotîye: ”dinyayeke ku ew kesên xwedî hikmin, tiştên dixwazin dikin û ew kesên zeîf û reben jî tiştên ku ew mecbûrbin dikin”.

Û Göran gotinek jî ji nivîskar Stefan Zweig deyn kirîye û ewe jî eve:

”Yên bi aqil gelek caran bê aqiltîyê dikin”.

 

 

                                     

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin