
Serok Barzanî: Bila ev cejn aştiyê ji bo herêm û mirovahiyê bîne
.
A+A-
Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Remezanê peyamek belav kir û pîrozbahî li Misilmanên cîhan, Îraq û Kurdistanê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê kir.
Serok Barzanî hêviya serfirazî û bextewariyê ji bo xelkê Kurdistanê xwest û got, "Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku rojî û nimêjên hemû Misilmanan qebûl kiribin."
Serok Mesûd Barzanî her wiha di dawiya peyama xwe de hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê ji bo herêmê û hemû mirovahiyê.
RÛDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin