PEYAMA HEVPEYMANİYA HÊZÊN SİYASİYÊN KURDİSTANA ÎRANÊ Jİ BO NETEWEYAN Û HEMÛ AZADÎXWAZÊN ÎRANÊ, NETEWEYA TİRK A AZERBAYCANÊ Û WELATÊN CÎRAN

PEYAMA HEVPEYMANİYA HÊZÊN SİYASİYÊN KURDİSTANA ÎRANÊ Jİ BO NETEWEYAN Û HEMÛ AZADÎXWAZÊN ÎRANÊ, NETEWEYA TİRK A AZERBAYCANÊ Û WELATÊN CÎRAN

.

A+A-

Neteweyên bindest û azadîxwazên seranserê Îranê!

Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê di vê qonaxa hestiyar a têkoşînê de, bi piştrastbûna bi paşxana dîrokî û prensîbên têkoşîna tevgera neteweyî û demokratîk a Kurdistanê û bi têgihiştina berpirsyariya xwe ya dîrokî di rewşa hestiyar a niha ya Îranê de, careke din ji bo derbasbûna ji stemkariyê û avakirina pêşerojeke demokratîk, tekeziyê li ser pêwîstiya hevgirtin û yekîtiya navbera hemû hêzên azadîxwaz û neteweyên bindest ên Îranê dike.

Em di wê baweriyê de ne ku pêşerojeke bi îstîkrar ji bo Îranê tenê di bin siya sazkirina sîstemeke demokratîk de, û li ser bingeha naskirina fermî ya mafên neteweyî yên neteweyan, dadperwerî û wekheviyê, û misogerkirina azadiyên bingehîn ên welatiyan pêk tê. Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê di vê çarçoveyê de û bi mebesta avakirina Îraneke azad, demokratîk û pirreng, amadehiya xwe ji bo hevkarî û kordînasyonê ligel hemû hêzên siyasî û sivîl ên demokratîk radigihîne.

Xwişk û birayên Azerî!

Em hemû vê rastiya dîrokî dizanin ku di çendîn bajar û navçeyan de, bi taybetî li Azerbaycan û Kurdistanê, Azerî û Kurd di dirêjahiya dîrokê de li kêleka hev jiyane. Lewma pêşeroja van navçeyan jî divê her li ser bingeha hevkarî, rêveberiya hevpar û misogerkirina mafê wekheviya hemû pêkhateyan be. Hevpeymaniya partiyên Kurdistana Îranê li wan navçeyên têkel (têkelev) de piştgiriya çêkirina mîkanîzmayên rêveberiya hevpar a xwecihî dike ku rengvedana pêkhateya niştecihan û vîna gel be.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê di wê baweriyê de ye ku ewlehî û îstîkrara berdewam tenê wê demê tê dabînkirin ku hemû xelkê navçeyê, di nav de Kurd û Tirk li Azerbaycan, Kurdistan û navçeyên din, xwedî mafên siyasî, çandî û zimanî yên wekhev bin û karûbarên xwecihî bi rêya saziyên demokratîk û bersivdar werin birêvebirin.

Em wek her car destê hevkariyê dirêjî neteweya Tirk a Azerî û hêzên wan ên siyasî dikin û amadehiya xwe ji bo diyalog, kordînasyon û çêkirina mîkanîzmayekê ku ewlehiya giştî û îstîkrara navçeyên hevpar dabîn bike, radigihînin. Pêşeroja navçeyê divê li ser bingeha pêkvejiyanê, rêzgirtina dualî û beşdariya wekhev a hemû xelkê wê were avakirin. Her wiha bi tekezî li ser peywendiyên dîrokî û bingehên civakî yên navbera neteweya Kurd û neteweya Tirk a Azerî, em di wê baweriyê de ne ku pêşeroja peywendiyên navbera van her du neteweyan divê li ser bingeha diyalog, rêzgirtina dualî û pêkvejiyana aştîyane be. Lewma di vê çarçoveyê de, em careke din pabendbûna xwe bi naverok û ruhê peymana dostaniyê ya navbera Komara Kurdistanê û Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê radigihînin û wê wek nexşerê û sembola hevkarî û têgihiştina navbera tevgerên demokratîk ên Kurdistan û Azerbaycanê dizanin.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê di berdewamiya riya xwe de, bihêzkirina hevkariya navbera hêzên demokratîk û pêşxistina diyaloga navbera neteweyan ji bo çêkirina mîkanîzma hevpar a ji bo pêkvejiyana dadperwerane, wek yek ji stûnên sereke yên gihîştina bi pêşerojeke azad û dadperwerane ji bo hemû neteweyên Îranê dizane û di vê rêyê de pêşwaziyê li her cure hevkarî û hewldanê dike.

Derbarê netewe û welatên cîran de, Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê tekeziyê li ser pêwîstiya cîrantiya baş û rêzgirtina li berjewendiyên rewa yên hevdu ligel hemû welatên navçeyê dike û em di wê baweriyê de ne ku aştî û îstîkrara herêmî tenê bi rêya diyalog, hevkarî û rêzgirtina dualî ya navbera netewe û dewletan bihêz dibe.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasiyên Kurdistana Îranê

14ê Adara 2026an a Zayînî

 

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin