Netanyahu: Ez û Trump nexşeya nû ya herêmê amade dikin

Netanyahu: Ez û Trump nexşeya nû ya herêmê amade dikin

.

A+A-

Benjamin Netanyahu ragihand ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê ber bi qonaxa dawî ve diçe.

Serokwezîrê Îsraîlê her wiha diyar kir ku ew û Trump nexşeya nû ya herêmê amade dikin

Netanyahu diyar kir ku şiyana atomî û mûşekî ya Tehranê nemaye û di nav serkirdayetiya wê de derzeke kûr çêbûye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di konferanseke rojnamegeriyê de got, "Ez wilo dibînim ku ev şer dê ji ya ku xelk difikire gelekî zûtir bi dawî bibe."

Netanyahu pesnê têkiliyên xwe yên bi Serokê Amerîkayê re da û got:

"Ez bawer nakim ku ti 2 serkirde wekî min û Serok Trump hevaheng bûbin. Ew rêber e û ez jî hevpeymanê wî me."

Serokwezîrê Îsraîlê destnîşan kir ku ev hevkarî bûye sedema destkeftên dîrokî li qada şer.

"Îsraîl li ser derza li nav serkirdayetiya Îranê dixebite"

Serokwezîrê Îsraîlê bal kişand ser nîşaneyên hilweşînê yên di nav serkirdayetiya Îranê de û got ku piştî Mucteba Xamineyî bûye rêberê nû hîn derneketiye pêş çavan.

Netanyahu di berdewamiyê jî de got, "Ez ne piştrast im ku niha kî Îranê bi rê ve dibe.

Mucteba hîn xwe nîşan nedaye. Tiştê ku em dibînin rageşiya zêde ya di navbera wan kesan de ye ku ji bo lûtkeya desthilatê hevrikiyê dikin."

Netanyahu eşkere kir ku Îsraîl dixwaze van derzan befirehtir bike.

"Îranê şiyana çêkirina mûşekên balîstîk winda kiriye"

Netanyahu li ser şiyana Îranê jî axivî û ragihand ku Tehran ji hemû wan amûrên ku gef pê çêdikirin hatiye tazîkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê di berdewamiyê jî de got, "Me gavên pratîkî ji bo rûxandina pîşesaziya mûşekan avêtine.

Îran êdî nikare uranyûmê bimeyîne û mûşekên balîstîk hilberîne. Em bi ser dikevin û Îran li ber hilweşînê ye."

"Trump daxwaz ji me kir ku em êrişan rawestînin"

Netanyahu eşkere kir ku Îsraîl "bi tena serê xwe" êrişî kompleksa gaza "Eselûye" ya li parzûngeha "Parsa Başûr" kiriye.

Ev bersiva wî ji bo wan gotegotan bû ku digotin Amerîka tevlî wê êrişê bûye.

Benjamin Netanyahu got,"Îsraîl bi tena serê xwe li kompleksa Eselûyeyê xist.

Serok Trump daxwaz ji me kir ku em êrişan rawestînin, me jî rawestand."

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu her wiha got ku hewildanên Tehranê yên ji bo girtina Tengava Hurmizê dê bi ser nekevin.

"Şoreş tenê ji asman ve nabe"

Netanyahu li ser îhtimala guherînên li Îranê jî wiha got, "Pirs ev e ka gelo derfeta guherînekê çêdibe? Ez bawer dikim hîn zû ye ku em vê bizanibin."

Serokwezîrê Îsraîlê got ku şoreş tenê bi êrişên asmanî nabe û divê li ser erdê jî alîkarek hebe û biryara dawî di destê gelê Îranê de ye.

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin