
HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, ŞEXSÎYETÊN XWESER YÊN KURDISTANÎ ŞEVA 20.03.2026ê LI AMEDÊ LI QADA ŞÊX SEÎD NEWROZ PÎROZ KIRIN
.
HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, ŞEXSÎYETÊN XWESER YÊN KURDISTANÎ ŞEVA 20.03.2026ê LI AMEDÊ LI QADA ŞÊX SEÎD NEWROZ PÎROZ KIRIN
NEWROZA 2026an PÎROZ BE!
Gelê me yê hêja,
Hevalên qedirgir,
Ez we bi hişmendiya berxwedanê û bi biryardariya azadiyê silav dikim!
Em îro li vir tenê cejnê pîroz nakin. Em îro bîra dîrokî ya milletê xwe, kevneşopiya berxwedanê û Îradeya azadiyê dîsa bi rêxistin dikin!
Newroz ew agir e; ku li dijî Dehaqê zalim ji aliyê Kawa yê hesinkar ve hat pêxistin e.
Lê ew agir tenê ne serhildanek e; di heman demê de rê nîşan dide. Çimkî serkeftina Kawa tesaduf nebû.
Ew serkeftin encama rêxistinê, îradeya hevpar û têkoşîna bi biryar bû!
Îro jî em li heman noqteyê ne. Heke înkar berdewam dike, heke newekhevî û zordestî didome, bi çi awayî dibe bila bibe heke neteweya Kurd ji mafê serwerîya xwe pêpar be, ev tenê ne ji ber xurtbûna hêzên li hember me ne, di heman demê de ji nebûna yekbûna me jî ye!
Ji ber vê yekê ruhê Newrozê ji me re vê yekê ferman dike:
Bê yekîtî azadî nabe!
Bê rêxistin serkeftin nabe!
Îro li çar aliyên Kurdistanê gelê me berxwedan dike. Lê niha rêya mezinkirina vê berxwedanê; derbasbûna ji parçekirina helwestan, afirandina îradeya neteweyî ya hevpar, û yekbûnek li dora stratejiyeke hevpar e!
Çimkî sîstema heyî rêxistinî ye, bi plansazîye ye. Û ew pergalek e ku berdewamîya xwe diparêze.
Wê hingê bersiva me jî divê eşkere be. Zêdetir yekîtî, rêxistinek hêzdar, armancek zelal. Newroz di heman demê de vejîna xwezayê ye.
Lê xweza ji me re vê yekê hîn dike: Tu bihar bi xwe nayê!
Ax tê amadekirin, tov mezin dibe, ked tê dayîn…Û paşê jiyan şîn dibe!
Azadî jî wisa ye!
Ked dixwaze, hişmendî dixwaze, rêxistin dixwaze!
Ji ber vê yekê têkoşîna me; tenê neteweyî nîne, di heman demê de mirovahî û gerdûnî ye!
Armanca me ne tenê azadî ye; wekî hemû miletên dinê jiyaneke wekhev, adil û demokratîk e!
Û em li vir eşkere radigihînin: Niha ne dema belavbûnê ye, dema yekîtî ye! Niha ne dema dudilîyê ye, dema biryardariyê ye! Niha ne dema rawestanê ye, dema mezinkirina têkoşîna rêxistinîye ye!
Dehaqên vê demê çiqas hêzdar xuya bikin jî, heger em li ser rêya Kawayek bibin, tu hêz nikare me rawestîne!
Çimkî dîrokê ev yek nîşan daye. Milletekî yekbûyî tu caran têk neçûye. Bi vê baweriyê; em tenê agirê Newrozê pênexin, em vî agirî geş bikin! Em wî bi rêxistin bikin! Em wî veguherînin azadiyê!
Bijî Newroz!
Bijî Yekîtîya Milletê Kurd!
Bijî Kurdistan!





NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin