Diyar Budak

Diyar Budak

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Azadbûna Başûr û Barzanî

A+A-

Diyar Budak

(Beşa yekem)
Dawîya meha 11 an sala 2021 an da min ji şîrketa teyerê bilêtek girt û berê xwe da axa Başûrê Kurdistan. Axa ku bi xwîna hezaran hatîye avdan, bi êş bi jan hatîye hesilandin. Ji Londrê du hevalên din jî tevî min bûn. Berê balafirê rîya xwe li Vîyanê xist dû ra berbi Hewlêrê-Erbîlê rê ket. Hewlêrê-Erbîlê, ango paytexta welatê min a ku nû azad bûye.

Ma dikare meriv te nebîne jî bibe evîndara te? Dive, berê ku min tu nedîtibû jî ji te pir hezdikir. Piştî ku min tu dîtî, mirov nikare şirove bike hezkirina te. Di nava xwe da min ser û bin bûnek derbazkir. Dema ku balafir ji bilindîya xw dadiket min erd û bajar dît heyecana min zêdetir dibû.

Hewlêr; paytexta welatê min a xweşik. Welatê ku min gumandikir ku wenda kirîye, evîna min a platonîk. Bajarê şaristanîyê ya hezaran salan sembola azadî û berxwedanê.

Hewlêr paytexta welatê min hejar tu yek ji çar branî. Ya herî xweştirî ku îro te qeyd û bendên xwe qetandine. Qamişloka rengîn dest li ber guhe li benda rojên xweştir e. Mahabad û Amed li hêvîya me ne.

Ronahîya roja êvarê bi hemû sorbûna xwe daye çîyayê Kurdistanê. Çirûskên rojê ji pênçirên balafirê rûyê me germ dike, tu dibê ew xêrhatinê li me dike. Mirov dema wana ji ji bilindahîyê temaşe dike û dibîne ezman çiqasî zelal û ronîye. Bi nizimbûna balafir bajar û banî hîn xweştir xuya dike. Lê ew hemû avayî ku berve me bilind bûne, bajarê Amedê tîne bîra min. Balafir hêdî hêdî nizm bû- nêzikî erdê bû û nerm daket. Dolavên wê bi daketinek nermî danîn ser hêvirgeha Hewlerê. Em ji qontrola pasaport derbaz bûn. Heval F. Bedirxan li benda me bû. Wî xêrhatinek germ li me kir û em hemû bi hevra ji balafirgehê derketin û ber bi trêmbêlan diçûn ku, hevalek ji me daket ser çokan ku axa Kurdistanê maç bike. Lê me jê ra got ew der ne ax e, beton e. Bersiva ku wî da me, gelo çi ferq heye “welatê me her derê wê pîroz e.”  Zêde wext derbaz nebû, em li otela xwe peya bûn. Tevî ku em gelek westîya bû, lê me çenteyên xwe li otelê danîn û berê xwe da nava bajêr, me dixwest li bajêr bigerin, bêhna welat bikişînin nava xwe. Ew cara pêşin bu ku -bê tirsê -polês û leşkeran di welatê azad da azad digerîyan. Hesteke şadî û dilxweşî ketibû nava min û bi lehzekê gotinek tê ser zimanê min.

Ey azadî, tu çiqasî bedêl giranî, lê ewqas jî qedirbilind û buhayî. Ji bo ku te dest bixin çi cangorî dibe. Cend sal berê- ez hatim Îngîlzstanê. Piştî hatina xwe çend mehe buhorîbûn an na min Kekê xwe yê mezin Apê Selîm ango Mistefa Budak û du wî ra jî bavê xwe wenda kir. Di salên dûr û dirêj da her weha gelek heval û hevrê bê ku van rojana bibînin ji nav me çûn. Lê îro ez hebûna wan li ba xwe hîs dikim. Nişkeva gotinek bavê min hate bîra min. Rojek havînê li gund em li ber zevîya genim bûn. Bavê min digot; „Barzanî, Barzanî te ji me ra Azadî anî”

Şev dereng dor kathejmar du da çûme nav nivînan. Lê kelecana min her berdewam bû. Şev kêm zêde çi çûbû nizanim, lê bi maçkirina bavê xwe şîyar bûm. Dema min dît ew xewne, ez mîna zarokekê xemgîn bûm. Min got xwezî ew lahze rast bûna. Ew cara duyem bû ku min van salên dawîyê de bavê xwe di xwena xwe da didît. Beyanî zû bi bangdana mille ji xewa şîrin hîşyar bûm. Di pençerê da mêzekir. Çirûskên rojê şevqa xwe dabû Hewlêr a rengîn. Karkerên şaredarîyê gezikvanan kuçe û kolan paqiş dikirin û dukandaran derê dukanên xwe vedikirin. Bi min gelek girîng bû ku ez îro zu destpêka roja xwe bikim. Axa û hewa wî bajar li min nas dihat. Mîna ku tu dibê min va hemu berê de dîtîbe. Hemû tişt mîna du perçê sêv, an jî du zarokên cêwî, li dişibîyan hev, va dera û axa ku ez lê bibûm. Çîroka çar biran ku bi zorê ji hev weqetan û kurmarî (ewlatlik) dane neyaran hate bîra min. Wê rojê ez daketim çarşîyê û min hinek pêwîstîyên xwe kirîn û dûre me berê xwe da cîyê ku çiruskên  ya netewperwerîyê di wî parçe de vêketî bû, Ocaxa Barzanîyê nemir.

Bi rê da car hebû dehl û gelîyên asê, car hebû çîyayên serbilind hevaltîya me dikirin. Kalekî pîr di rêda qala bîranîn xwe yê pêşmergetîyê ji me ra dikir. Wan şax û gelîyan da çawa şer kirîbûn. Bi germî qisedikir. Xuyabû ku ew hemû bûyeran ji nû va dijîya. Di kevîyên rê de tanq û topên şewitî, jengarî û şikestî hebûn. Ew hemû ya leşkerê Seddam Husêîn bû ku di şerê pêşmergede têk çû bûn. Bi nava gelîyek dor bi çîya da me rîya xwe didomand. Dema rêberê me navê çîyan digot, me ew navana di bîranînên xwe da zindî dikirin. Ber ku li ser wan deran xwendî bû, an jî bihîstbû. Çemê Avaşîn, em li kevîya vî çema rawestîyan, me bêhna xwe stand û li wir xwaringeheke xwerinên Kurdî bi lezet tam kir, bi gel şîrina- çemê- zelal- Avaşîn mîna steranekê ber guhê me de diherikî. Qiraxa rê darên hinar, sêv celas û hermîyan pêşwazî li me dikirin.

Li destê çepê rîya me da rûbar diherikî. Gora ku rêberê me ya kal digot, dijmin dixwast ku bendavekê li pêşîya vê avê çêke. Da ku bikarî avê li ser Gelîyê Barzan za bike û gelî ji ortê rake. Lê miraza dijmin tu caran cîh nehat. Bi salan dewera Barzan bi firok, tanq û topan hate bolimbebaran kirin, dewer wêran bû. Ne dar man ne jî ajal tewayî şewitîn. Lê dema ku gelê Kurd vegerî ser axa xwe welat azad bû. Ew der hemû ava bûn. Daristan nû va û ji berê xurttir û geştir bûn, deşt û çîyayên me.

Li gel rêberê me û qiseyên wî yên xweş û xemgîn em gihîştin gundekê rizgarwanên mezin Mistefa Barzanî û lawê wî Îdrîs Barzanî lê vêşartî ne.

Dema em ji basê daketin me rêzik keç û jinên Kurd dît ku hemûyan cilên reş lêbûn. Wan hemûyan jî di şerê Azadîyê de mirovên xwe yê nêzik venda kirîbûn. Bav û birayên xwe xwîşk û dayîkên xwe mêrên xwe wenda kirî bûn. Pêşwazîya wan gelek germ bû. Wan jinên ku tevî gruba me bûn yek û yek bi dilgermî û xemgînî hembêz kirin.

Dest jinan da gul ew li pêşîya me, em bi du wan gîheştin ser gora Barzanî yê nemir. Gor bi diwarek kevir hatî bû dor pêçkirin. Gul û gulîkên ser diwarên goran û firmeskên çavê jinan têkel dibû.

Heta ku Kurd li ser ruyê dinê hebin navê M. Mistefa Barzanî wê her tim zindî bimîne û di şevên tarîde bibe ronî. Her tim hêz û fikir bide keç û lawê kurd.

Li gel siruda netewî- Ey Reqîp ala rengîn bilind dibû, bayekî hênik hestekî xweş dikir nav dil û cergê me.

Ey Kurdistan jiyan bi te xweş e!

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin