Amerîkayê Tirkiye bi fermî ji bernameya F-35ê derxist

Amerîkayê Tirkiye bi fermî ji bernameya F-35ê derxist

.

A+A-

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Enqere agahdar kiriye ku bi fermî Tirkiye bi fermî ji lîsteya welatên berhemhênerên hevbeş ên balafirên şer F-35ê hate derxistin.

Ajansa fermî Anadolu ya hikûmeta Tirkiyê, li ser zarê rayedarekî Amerîkî ragihand ku Pentagonê Enqere bi fermî agahdar kiriye ku ew welat ji bernameya balafirên şer ên F-35ê hate derxistin.

Li gor nûçeyê wî rayedarî derbarî çawayaniya agahdarkirinê de ti zanyarî nedane.

Wî rayedarî daye zanîn ku ew rêkevtina hevbeş a ku çend welatî beşdarin û Tirkiyê jî 26ê Çileya 2007ê beşdarî kiriye, hate hilweşandin û di peymannameya nû de navê Tirkiyê lê nehate zêdekirin.

Herwiha heman çavkaniyê tekez kiriye ku peymana niha 8 welat beşdar in bihêz bûye û li bernameyê ti welateke nû nehate zêdekirin.

Tirkiyê girêbesta kirîna 100 balafirên F-35 li gel Amerîkayê hebû, lê belê ji ber kirîza sîstema mûşekî ya S-400 ya Rûsî û alozbûna peywendiyên navbera Waşington û Enqerê, Tirkiye ji wê programê hatibû dûrxsitin.

Bihayê her balafireke F-35 digihe 77 milyon û 900 hezar dolarî.

Kompaniya sereke ya berhemanîna balafirên F-35 ku kompanya Lockheed Martin a amerîkî ye, navê Tirkiyê ji lîsteya welatên berhemhênerên hevbeş ên vê firokeyê hatibû derxistibû.

Tirkiye yek ji 9 welatên beşdar di berhemanîna balafira pêşkevtî ya F-35 de bû û hin parçeyên wê balafirê ji aliyê wî welatî ve dihatin çêkirin.

Ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê, ku sîstemeke berevaniya esmanî ye, peywendiyên Amerîka û Tirkiyê aloz bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin