Amerîkayê radar û wesayîtên zirxpoş veguhestin rojavayê Kurdistanê

Amerîkayê radar û wesayîtên zirxpoş veguhestin rojavayê Kurdistanê

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan radarên cûreya Sentinel û wesayîtên zirxpoş ên cûreya Bradley veguhestine rojavayê Kurdistanê.

A+A-

Berdevkê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Bill Urban ragihand: “Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê ji bo piştevaniya hêzên Hevpeymaniyê yên li bakurê rojhilatê Sûriyê fermana avêtina çend pêngavan da. Ji bo zêdekirina gerên çavdêriyê yên firokeyan li ser hêzên Amerîkayê, radarên Sentinel û ji bo piştevaniya serbazên Amerîkayê yên li Herêma Ewlehiyê ya Sûriyê wesayîtên zirxpoş ên Bradley veguhestin.”

Bill Urban eşkere kir ku ev pêngav ji bo hêzên Amerîkayê li dijî rêxistina terorê ya DAIŞê têkoşîna xwe bidomîne, hatine avêtin.

Urban diyar kir: “Wezareta Berevaniyê berî niha jî wesayîtên Bradley bo Sûriyê veguhestibûn. Amerîka ne li pey pevçûna li dijî welatekî li Sûriyê ye, lê dema hewce bike, dê hêzên Hevpeymaniyê biparêze.”

Bill Urban eşkere kir ku wesayît û sîstemên radarê dê ji aliyê serbazên Amerîkayê ve werin bikaranîn.

Berdevkê CENTCOMê Bill Urban “bi hinceta ewlehiyê” hejmara wesayîtên zirxpoş ku hatine veguhestin, eşkere nekir.

/k24/

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin