Amerîkayê ji bo kirîna F-16an ji Tirkiyê re du merc danîn

Amerîkayê ji bo kirîna F-16an ji Tirkiyê re du merc danîn

.

A+A-

Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Enqerê James Jeffrey ragihand ku piştgiriya Kongresa welatî wî ya ji bo firotina F-16an bo Tirkiyê, girêdayî du mijarên girîng in ku Tirkiye hevkariyê bike. Yek ji mercên ku ji Tirkiyê re tê pêşkêşkirin ew e ku ji pêngaveke leşkerî ya ku li Rojavayê Kurdistanê bibe sedema bê aramiyê xwe dûr bixe û ya din jî endamtiya Swêd û Fînlandayê ya NATOyê ye.

Li Washingtonê di hevdîtinên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu yên vê hefteyê de, daxwaza Tirkiyê ya ji bo balafirên şer ên F-16, hewldanên lihevkirina bi hikûmetê re li Sûriyê û operasyoneke leşkerî ya muhtemel a li Rojavayê Kurdistanê tê çaverêkirin bên rojevê.

Pisporên ku ji Dengê Amerîka re axivîne, dibêjin ku rêkeftina li ser F-16an, ku pêwîstî bi erêkirina Kongresa Amerîkî heye, bi razîbûna Tirkiyê ya endametîya Swêd û Fînlandayê ya NATOyê û dûrketina ji pêngaveke leşkerî ya ku dibe sedema bê aramiya Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye.

Tirkiyê daxwaza kirîna 40 firokeyên şer ên Lockheed Martin F-16 û nêzîkî 80 kîtên nûjenkirinê ji Amerîkayê kir.

Wezareta Derve ya Amerîkî dest bi proseya vekolînê ji bo daxwazê kiriye. Serokê Amerîkayê Joe Biden û karbidestên Wezareta Berevanîyê sala borî gotibûn ku ew piştgirîya firotinê dikin, ya ku bi erêkirina Kongresê ve girêdayî ye.

Wall Street Journal di 13ê Çileyê de ragihandibû ku rêveberiya Biden xwe amade dike ku di mijara daxwaza Enqerê de dervasî qonaxeke din bibine û dest bi pêvajoya şêwirê dike ji bo wergirtina erêkirina Kongresê ji bo firotina 20 milyar dolar kelûpel ku dê şûna fîloya kevin a F-16 a Tirkiyê bigire.

Pentagon: Kongres dê biryarê bide

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder derbarê nerazîbûnên li ser firotina balafirên F-16 ji Tirkiyeyê re li Kongreyê axivî û got: “Kongres dê li ser vê yekê biryarê bide. Ez li vir nikarim ji wan re bibêjim çi bikin. Weke ku min dîsa got, di navbera Tirkiye û Amerîka tîfaqekiye hevpar heye û Tirkiye ne tenê li herêmê, li cîhanê jî hevkarekî girîng e.”

Balyozê berê yê Amerîkayê li Enqerê James Jeffrey diyar kir ku rêveberiya Biden hewl dide astengiyên qanûnî yên li pêşiya firotina F-16an bo Tirkiyê ji holê rake.

Hevkariya Tirkiyê

Serokê Bernameya Rojhilata Navîn a Wilson Center a li Washingtonê James Jeffrey diyar kir ku piştgiriya Kongresa welatî wî ya ji bo firotina F-16an bo Tirkiyê, girêdayî du mijarên girîng in ku Tirkiye hevkariyê bike.

Li gorî James Jeffrey, ev du mijar ew in ku Tirkiye zêdetir rê li ber proseya endamtiya Fînlanda û Swêdê bo NATOyê negire û dest bi operasyoneke leşkerî ya nû li Rojavayê Kurdistanê neke.

Jeffrey ji Dengê Amerîkayê re got: “Ji ber nerazîbûna Senatoyê eger heye rêveberî bi pêşkêşkirina tezên ewlehiyê yên asta bilinde destwerdanê bike. Ez ne bawer im ku ew amade ne ku heta vê gavê biçin, lê eger em di van her du mijaran de gavekê nebînin, ez texmîn nakim ku ew ê gelek tiştan bikin da ku Tirkiye F-16an bikire.”

Fermandarê berê yê Hêzên Navendî (CENTCOM) General Joseph Votel ku li Iraq û Sûriyê şerê li dijî DAIŞ'ê bi rê ve dibir di wê baweriyê de ye ku divê Amerîka rêkeftina firotina F-16 tam bi wê mercê bike ku Tirkiye piştgiriya berfirehkirina NATOyê bike û li Rojavayê Kurdistanê bi avêtina pêngaveke leşkerî nebe sedema nearamiyê.

Endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandayê

Pisporên ji Dengê Amerîka re axivîn û gotin ku Swêd û Fînlandayê bi têra xwe hewl dane û ji bo ku daxwazên Tirkiyê bi cih bînin gav avêtine; lê amaje bi wê yekê jî kirine ku ji ber qanûnên ku li her du welatan, di derbarê kesên ku ji aliyê Tirkiyê ve daxwaza radestkirina wan tê kirin, zehmet e ku gavên din bên avêtin.

Rayedarên NATOyê hêvî dikin ku pirsa endamtiya Fînlanda û Swêdê bi Civîna NATOyê ya ku di meha Tîrmehê de li bajarê Vilnius ê Lîtvanyayê bê lidarxistin, were çareserkirin.

Ne diyar e ka dê parlamentoya Tirkiyê beriya hilbijartinên Tirkiyê endamtiya Fînlanda û Swêdê ya NATOyê erê bike yan na.

Rojeva Rojavayê Kurdistanê

Karbidest û pisporên leşkerî yên Amerîkî berdewam fikarên xwe ji egera destpêkirina operasyoneke leşkerî ya nû ya Tirkîyê li dijî YPGê li Rojavayê Kurdistanê dikin.

Fermandarê CENTCOMê General Michael Kurilla di civîna çapemeniyê ya ku di dawiya meha borî de ji Wezareta Derve ya Amerîkayê ya li Navenda Ragihandina Herêmî ya Dubayê hat lidarxistin de bersiva pirseke ku li ser vê mijarê ji wî re hat kirin, da.

Fermandarê CENTCOMê bal kişande ser wê yekê ku li herêmê 28 navendên girtina DAIŞê hene ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ewlehiya wan pêk tîne û  hişyarî da ku operasyoneke leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve dikare aramiya herêmê têk bibe.

Michael Kurilla got: “Ji ber vê yekê ji bo kêmkirina rageşiyê û rê li ber girtina Tirkiye operasyoneke wiha pêk bîne, her tiştê ku em bikin dê girîng be.”

 

KAYNAK: RÛDAW

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin