Amed Sporê biryara kongreyê da

Amed Sporê biryara kongreyê da

Klûba Amed Sporê biryar da ku kongreya awarte li dar bixe.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Tîma aûtbolê ya Amedê Amed Spor di Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê Koma Spî de dilîze. Amed Spor ev du salên dawî de di nav zehmetiyan de ye. Li ser van zehmetiyan par roja di meha pûşperê de klûbê kongreya awarte li dar xistibû û parêzer Metîn Kilavuz ji bo serokatiya kilûbê hatibû hilbijartin.

Par rêveberiyê ligel hemû zehmetiyan ber xwe da, lê ligel her tiştî tîm di rewşek xirab de ye. Herî hindik di lîgê de rewş ev e. Li serv ê yekê rêveberên klûbê roja 19'ê gulanê li hev civiyan û biryar dan ku kongreya awarte li dar bixin. Li gor daxuyaniya rêveberiyê roja 12'yê pûşpera 2020'an dê kongre li Tesîsên Şehymus Ozer li dar bikeve, ger piranî çênebe kongre dê 19'ê mehê çêbibe.

Kilûbê li ser vê yekê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Roja 19'ê gulanê rêveberiya ma, ji bo pêşiya kilûba me ya di nav rewşa aborî ya zehmet de ye veke û hêzeke xurtir ava bike bi yek dengî biryar daye ku Kongreya Awarte saz bike."

Hin zehmetiyên Amed Sporê

Amed Spor di Lîga 2'yemîn a TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) di Koma Spî de dilîze. Di dawiya 28 hefteyan de tîm bi 28 pûanan di rêza 16'an de ye. Lîg ji ber vîrusa koronayê hatiye rawestandin û TFF'ê biryar daye ku maçên Lîgên 2'yemîn û 3'yem^Ni roja 18'ê tîrmehê dest pê bikin. Ji aliyê pûanan ve rewşa Amed Sporê ne baş e, îhtîmala ketiya lîgek jêrtir heye. Başkent Akademî bi 31 pûanan rêzek li ser Amed Sporê, Kirklareli û 1922 Konya jî bi 33 pûanan jortir in. 6 hefte mane lîg bi dawî bibe.

Kilûbên fûtbolê piranî dewlet, şaredariyên bajaran yan jî karsazên mezin dema li pişta wan bin xurtir in û bi pêş dikevin. Heta Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di destê kurdan de bû rewşa kilûbê baştir bû, piştî kayûman hemû çavkanî hatin çikandin. Kayûmê dest danî ser sêrwîsên otobusên Amed Sporê, li aliyê din ev du sal in di maçên deplasmanê de qedexeya temaşekirinê ji bo alîgirên Amed Sporê tê dayîn. Her wiha heta niha li deplasmanê rêveber û lîstikvanên wan her rastî êrîş û çêran hatine.

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin