
Kupaya Cîhanê ya jinan li Hewlêrê tê lidarxistin: Kurdistan jî beşdar dibe
.
Hewlêr amadekariyan dike ku mazûvaniya yekemîn Kupaya Cîhanê ya Minîfutbolê ya Jinan bike ku dê ji aliyê Federasyona Mînîfutbolê ya Navneteweyî (IMF) ve were sazkirin.
Pişka tûrnûvayê ku dê 11 tîmên neteeyî tê de beşdar bibin, bi merasîmeke taybet hat kişandin.
Pişka yekemîn Kupaya Cîhanê ya Minîfutbolê ya Jinan a di dîrokê de, bi amadebûna Serok û endamên Federasyona Mînîfutbolê ya Navneteweyî (IMF) li Hewlêrê bi merasîmeke taybet hat lidarxistin.
Tûrnûva dê 17ê Îlonê dest pê bike û 11 tîm dê di du koman de bilîzin.
Li gorî encama pişkê, kom bi vî awayî hatin diyarkirin:
Koma A: Kurdistan, Libnan, Swîsre, Qazaxistan, Urdin û Pakistan
Koma B: Tûnis, Misir, Uganda, Haîtî û Taywan
"Min potansiyela Hewlêrê dît"
Serokê Federasyona Mînîfutbolê ya Cîhanê Mihemed Dosarî ji Rûdaw Sporê re axivî û behsa sedema hilbijartina Hewlêrê kir.
Dosarî got, “Piştî ku min du serdana bajarê Hewlêrê ziyaret kir, derfeta min çêbû ku ez ji nêz ve rewşa ewle, binesaziya pêşketî ya otêlan û kalîteya tesîsên werzişê bibînim.
Van serdanan fikra mazûvaniya Kupaya Cîhanê ya Jinan xiste serê min.
Me biryara dawî li Erebistana Siûdî da û ti gûmana me nîne ku tûrnûva dê li paytexta Kurdistanê were lidarxistin.”
Amadekarî bi lez û bez berdewam dikin
Ji bo ku tûrnûva bi awayekî serkeftî were organîzekirin, amadekarî di bin çavdêriya Birêvebiriya Giştî ya Werzişê ya Hewlêrê de berdewam dikin.
Bi civînên ku di rojên borî de hatin lidarxistin, komîteyên organîzasyonê hatin diyarkirin û kar lez girtin.
Dosarî kêfxweşiya xwe ya ji ber hevkariya rayedarên xwecihî anî ziman û got:
“Rêveberê Giştî yê Werzişê û hemû dostên me yên li vir bi aheng û hevkariyeke tam bi me re dixebitin.
Ez ji ber mêvanperwerî û ruhekî wan ê hêja ku ji bo lidarxistina Kasa Cîhanê bi awayekî herî baş nîşan didin, spasiya wan dikim.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin