
Alîgirên Amedsporê herikîn Amedstoreyan: ‘Em dê li Başûrê Kurdistanê jî vekin’
.
Alîgirên Amedsporê eleqeyeke mezin nîşanî forma û kel û pelên tîma xwe didin.
Li sê Amedstoreyên li Amedê, rojane bi sedan forma tên firotin û alîgir bi kirîna berheman piştgiriya tîma xwe dikin.
Eleqeya ji bo tîma kesk û sor ne tenê bi Amedê re sînordar e.
Ji 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û gelek welatên Ewropayê, bi taybetî rojên maçan, alîgir tên Amedê û berê xwe didin Amedstoreyan da ku forma, aksesuar û cil û bergên bi logoya Amedsporê bikirin.
Alîgirê Amedsporê Hesen Okutan anî ziman ku ew ji Almanyayê hatiye û got:
“Ez li Almanyayê, li Frankfurtê, li Offenbachê rûdinim.
Em hatin bibin piştgirê Amedsporê û ji Amedstoreyê kel û pelan bikirin û bibin alîkar.
Me sol, tîşort û eşofman kirîn.
Ez ji hemû hevalên me re dibêjim, divê em bibin piştgirê Amedsporê.
Amedê ji bîr nekin, Amed tîma me ye.”
Alîgirê Amedsporê Engîn Kutlug jî da zanîn ku ew ji Frankfurtê hatiye û anî ziman:
“Ez ji Almanyayê, ji Frankfurtê ji bo Amedsporê hatime.
Min got ez piştgiriya wan bikim. Em dixwazin Amedstore li derveyî welêt jî vebin.
Eger li derveyî welêt jî vebin dê ji bo me baş be.”
“Her bijî Amedspor”
Alîgirê bi navê Mufît Dînç jî da zanîn: “Ez hatim, min stûmalek kirî û ez dê herim maça Amedsporê.”
Alîgirê bi navê Heso Elîş jî wiha axivî: “Em ji Holendayê hatine. Me cilên Amedsporê kirîn. Her bijî Amedspor.”
Alîgirê bi navê Mahmut Can jî diyar kir: “Min ev nû kirî. Ez dê ji xwarziyê xwe yê li Îzmîrê re bişînim.”
Alîgirên Amedsporê niha dikarin ji 3 Amedstoreyên li bajêr û her wiha bi rêya online jî kel û pelên tîma xwe bikirin.
Berhem bi kargoyê ji hemû bajar û welatan re tên şandin.
Sekreterê Giştî yê Amedsporê Faruk Korkmaz li ser planên xwe ji Rûdawê re axivî û got:
“Di serî de li Başûrê Kurdistanê, li Stenbolê û li Ewropayê, em dê Amedstoreyan vekin.
Ev di nav armancên me de ye û amadekariyên me ji bo wê didomin.
Ji bo wan cihan ez nikarim demeke teqez bibêjim lê armanceke me ya wisa heye.”
Birêvebiriya Amedsporê dixwaze hejmara firoşgehên xwe li gelek cihan zêde bike.
Her wiha armanca tîma kesk û sor ew e ku îsal bibe şampiyon, derkeve Lîga Super û di firotina formayan de jî rekoreke nû bişikîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin