• Diyarbakır 1 °C
  • Batman 2 °C
  • Hakkari 4 °C
  • Şırnak 5 °C
  • Ağrı 0 °C

Ajenda Netewî û Têkçûna Dijminên Serxwebûnê!

Şeyhmus Ozzengîn
Proje a avakirina dewletê, projeyek netewî û Kurdistanî ye: Ev proje; li ser esasên netewî, kevneşopîya dîrokî û nirxên xwedî lêderketina xaka netew tê meşandin. Tevgerên ku ji van hest û ramanan mahrûm bin, nikarin doza netewî bimeşînin. Armanc û pêşengîya wan îdeolojîk e û ne xwedî hewlên dûdirêjin.

Dîroka daxwaza dewletbûnê di nav kurdan de xwedî dîrokek kevnar e. Em dikarin bêjin bingeha vê fikra hêja ji nemir Ehmedê Xanî û heta niha zînde, di hewldanan de ye ku xwe bigihîne asta dewletê.
Netewa Kurd, di dîrokê de ti caran bê dewletî ji xwe re rewa nedîtîye. Her ji bona ku bigihêje asta dewletê liberxwe daye. Bi bedelên giran ev doz anîye heta niha û her geş, bi dana sedhezaran qurbanan liser ling hiştîye.

Rûpelekî din î rupela dîroka netewa Kurd a rûreş jî heye: Beşek ji kurdan, her bi dijminan re tevgerîyane û li gor berjewendîyên dijminên xwe, neyartîya berjewendîyên Kurd û Kurdistan kirine. Îro jî ev beş di hewldanan de ye ku netewa Kurd carek din têk bibe. Eger nikaribe têkbibe jî, pêşî lêbigire ku nebe dewlet(!)

Gelo çima netewa Kurd, li Kurdistan piştî dana ewqes qurbanî û bedelên giran, hîna jî di nav xwe de cîh ji van hêzan re çêdike?

Ev babet hêjaye ku em bi balkêş li ser bisekinin(!)
Îro li Başûrê Kurdistan bingeha mercên dewletbûnê amade ne û hewlên dewletbûnê bipêşde diçin. Hêzên xwedî ramanên netewî û rêbaza netewî di asta dewletbûnê de xwedî projeyek netewî ne. Li ser vê projê bi dînamîkên netewî re kar û berpirsîyarî bê rawest dimeşinin. Lê di „ênîya dijîtîya dewletbûna Kurdan" de jî bi eynî heyecanê karesat dimeşin. Dijminatîya serxwebûna Kurdistan di hewlmdanan de ye.

Ev demek dirêje, ew hêzên ku bûne sembola „dijraberî dewletê"(!), hin li Bakurê Kurdistan (PKK), hin li Rojavayê Kurdistan (PYD-TEV-DEM)û hin li Başûrê Kurdistan (Tevgera Goran, Komela Îslamî) bêrawest meramên xwe yên dijî serxwebûnê dimeşînin. Ev hêzan, li her cîhê ku şertên destdirêjayî lê heye, li gor pîlanek tevdigerin. Armanca wan pûçkirina fikra dewletbûnê ye.
Li Başûrê Kurdistan, Ji roja avakirina hikumetê û heta niha hemû kar û xebatên wan li gor „pêşîlêgirtina dewletbûnê" hatine organîze kirin.
Her berê kurdan li paytextên dijminan û hefsarê dijminan di stûyê Kurdan de, jiyanek koletî layîqî Kurdan dîtine.

Li henber pîlana dijmin a ku „kurdan bi birçîbûne terbîye bike"(!) Xeta netewî gava „milîkirina nefta Kurdan" anî rojevê û got;
„kesek nikare Kurdan bi birçîbûnê terbîye û tehdît bike. Hun dahatên Kurdistan, Mûçeyên karmendan û pêşmergan qut bikin, em dest datînin ser nefta Kurdistan!"

Ev gav gavek netewî û xwedî wateyek Kurdistanî bû. Lê pir zahmetî û asteng li pêşîya vê gavê hebûn. Astenga mezin, ji terefê hêzên ku dijî „dewletbûna kurdan" e derket holê. Li dijî „millîkirina petrola Kurdistan" derketin û Bexda işaret kirin ji kurdan re ku „pirsgirêk li Bexda çareser dibin"(!)
Bi mehan tankêrên nefta Kurdistan li qiraxên deryayan hatin kilîtkirin. Qeyranek aborî li Kurdistan destpêkir. Lê wan hêzan ji dêlva ku xwedî li vê gava netewî derkevin; hêzên xwedî helwesta netewî wek sebeba qeyranan dan nîşan, bûn sebebê mezinkirina qeyranê. Pirs kişandin kuçê û kolanan û li henber hêzên netewî bikar anîn ku wan zeîf bikin û ji taqet bixînin. Mamoste daxistin kolanan û ji dêlva ku piştgirîya konsepta netewî bikin, piştgirîya „daxwaz a Muçe"yan kirin. Gotin "dewlet ji me re ne lazime, mûçeyên me bidin"(!)

DAÎŞ êrîş kiri bû. Di 24 seatan de hemû deverên ku li gor Madeya 140, di bin dolivgerîya İraq û asayîşa wê de bûn; Şingal jî dinav de, bêşer teslîmî DAÎŞ bibûn. Artêşa İraq şer nekir şikestî herêm teslîmî DAÎŞ kiri bû. Bi milîyar Dolar û çek ketibû destê DAÎŞ(!)

Ew hêzên ku dijîtîya xeta Kurd a netewî dikirin, yek helwest li henber van kirinên Dewleta Federal a İraq dananîn. Ti têkilîyên bi qutkirina dahatin Kurdistan û teslîmkirina van herêman bi hev re çênekirin. Bal nekişandin ser ku ev pîlanek hevpar e li henber Kurd û Kurdistan dimeşe. Lê her, êrîşî xeta netewî kirin û ew tometbar kirin!

Bi DAÎŞ re Kurdistan ket nav şerekî dijwar. Li ser dirêjayî ya 1050 Km. ket nav şerekî man û nemanê. Ew hêza ku dijîtîya xeta netewî dikirin, di du salan de carek moral nedaye ênîya şer û qadroyên çeperên berxwedanê. Tam tersê wê; bûn sebebên bêîstîkrarîyek mezin. Di van demên dijwar de bi navê tevgera sivîl, çalakîyên kuçe û kolanan meşandin. Agir berdan ofîsên partîyan, ala Kurdistan binpêkirin, bûn sebebên kujtin û şewitandina mirovên Kurd ku bibe bingeh ji provaqasyonan re, ku Kurdistan têk here.

Bi propagandayên dijminane gotin:
„di Ofîsên PDK de dolar hene, têkevin talan bikin û bişetînin"(!)
Di van êrîyan de 10 ofîsên PDK hatin şewitandin. Di van ofîsan de jin û zarok 8 kes cane xwe ji dest dan!
Ev roj rojên tarî û xerab bûn li henber Kurd û Kurdistan. Hêjaye ku em li ser bisekinin!

Ew Nûrî El Malikî yê ku dixwest „kurdan bi birçîbûnê terbîye bike" dawetî Kurdistan kirin. Wî anîn Silêmanîyê, Kerkûk û qîmet danê. Xwestin ku bi quweta Nûrî El Malikî xwe li Kurdistan bikin hêzên xwedî helwest û bingeha têkçûna hêza netewî ava bikin.

Ji hêlekê de piresa Dewleta Federal a İraq, ji hêlekê de şerê li henber DAÎŞ û ji hêla din de qeyrana aborî û siyasî Kurdistan dorpêç kiri bû. Hêza netewî parastina xaka Kurdistan, parastina berjewendîyên netewî û kurdistanî ji xwe re kiribû kar û ajenda xwe bi serkevtî meşandin. Îro ew xwedî mafin ku netewa Kurd û Kurdistan bibin referandûmê û li gor îradeya netewa Kurdistan tevbigerin. Vê ekîbê hin di qada navnetewî de, hin li henber hewldanên İraq û hin li henber êrîşên

DAÎŞ û helwdanên têkbirina ajenda netewî de serkevtî ne. Her kurdê kurdperwer mecbûre ku parêzger û piştgirê van serkevtinan be.

Ji bona têkbirina vê ajendê, çi ji destê wan hêzên dijîtîya projeya netewî dikirin hat, kirin. Ew têk çûn. Lê îro jî dijîtîya referandûma serxwebûna Kurdistan dikin. Bingeh ji wan re li Kurdistan nemaye wê carek din têkherin.

Kî dijîtîya serxwebûna Kurdistan bike, cîhê wan hinbêza dijminên Kurdistan e.
24.07.2017
Bu yazı toplam 450 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NIVÎSARÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nivîsên din yên nivîskar