Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Coxrafya bi xwȋn

A+A-

Nuri Aldur

Ne pêwîste ku em ji demên safewî, osmanî û haşemîyan destpê bikin; balam emê bikarin qala van çil-pêncih salên dawî yên dema modern bikin. Li vê coxrafya ku Kurdistan têdeye, anjî bi gotineke ku hê rastirre, divêt weha bêt gotin ku li vê coxrafya ku van çar dewletan Kurdistan dagirkirine; her tim û tim şer û pevçûn heye, êş û derd heye, alozî û problem hene û evan zahmetîyan her dem di rojevêdene û van despotan û dagirkeran hîç demên xweş, ne bo Kurdistanîyan û ne jî bo gelek kesên ji gelên xwe, îkram nekirine, amade nekirine, xizmet nekirine…..Ê pekî çawa, çilo?                                                

Fermo, em pevre vê kurte-analîzê bixwênin û bihizirin, anjî ma çima em wê şîrove nekin!                                                                                                                                           

Şer û pevçûn 1: dewleta tirk di salên 1970 yan de hûcûmî Qibris kir û bi yewnanîyanre şerkir û piştî gelek kûştin û trajedîyan hinekedin ji Qibrisê îşgalkir.                                  

Şer û pevçûn 2: dewletên despot Irak û Ȋran di salên 1980 yan de heşt salan pevre şerkirin û bi sed hezaran kes hatin kûştin û bi milyonan kes perîşan û şepirze bûn.  Şer û pevçûn 3: Irak hûcûmî Kuweytê kir û dest danî ser petrol û xaka wan.                         

Şer û pevçûn 4: dewleta Sûrî her tim li Libnan dagirkerbû û destê wê di ploitîka Libnan û û Filistînde hebû.                                                                                                          

Şer û pevçûn 5: dewleta tirk di van 25 salên dawîde gelek caran kete başûrî Kurdistan û mentîqên Kurdistan îşgalkir û hêjî li wir dagirkere. Ew kete rojavayî Kurdistan jî û hêjî çete û milîsên wan li Afrîn û bajarêndin yên Rojava aktîvin.                                      

Şer û pevçûn 6: dewleta Ȋran ne tenê leşkerî û maddî, wê herdem îdeolojîya xwe yî barbar û genî jî exportî gelek welat û grûbankir. Û wê herdem kes û şexsîyetên kurd û ji gelêndin jî kes qetl û terorkirin.                                                                                        

Gelî xwendevanên Rûpela nû; hûn dibînin ku mîna noktên/sûcên di lîsteyên diz û krîmînelan de, em karin gelek bêhtir sûc û barbarîyên van dewletan li vir zêdetir bikin û binivîsin, lê ji xwe hemû dinya van despotan dinasê û dema ku evan despotan dikevin û diçin, kesekî normal nabêje heyf û mixabin – ewan hingî dibêjin baş û xweşe  û destên alîkeran saxbê û çûna wan têt pîrozkirin.                                                    

Tiştekî balkêşe ku evan dewletan ne gelek caran berhemên baş, dûv xwe re/pişt xwe re dihêlin – tam zittê wê; evan despotan dûv xwe re feqîrtî û hejarî dihêlin, ewan bi milyonan nezan û cahilan dihêlin, ewan bi hezaran/milyonan zana, ronakbîr, zîrek û camêr û keçabavan di êşênin/di pelixênin û wan di wan qûlên zîndanên xwe de di felişênin û dikujin.                                                                                                                                

Lewra gelekî xweşe, lê pêwîste jî ku evan dijminên merovatîyê bikevin, têkbiçin û ji ber cavên merovan hûnda bibin.Ji xwe ewan bi xwe jî, bi zanayî anjî bi nezanî tirbên xwe bi xwe dikolin. Çawa ?                                                                                                                  

 Di demên ku ewan zilm û zordarîyê li kesan dikin, divêt bizanin ku dinye; dem û dewrana, dem û dewran tên gûhertin û ewên nikaribin heta hetaye vê wahşeta xwe berdewam bikin û vê coxrafya Kurdistan û Rojhelata navîn bikne gola xwînê. Her despotekî ku diçê, xwîna coxrafya Kurdistan û derveyî Kurdistan hinekî jî be, kêmtir dibe û bi hêvîyên ku li rojhelatî welatême(bi çûna despotan) xwîna kurdan hew birije û ewan ji niha azadtir û serbixwetir bibin.                                                                     

Rewşa despotên Ȋranê, gotineke pêşîyênme tênê bîrame û ewe gotin jî eveye:                

”ku ecelê kerê hat, çû nanê cotarî xwar”.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin