
Bexda - Dadgehê cezayê îdamê da çekdarekî DAIŞî
.
Dadgeha Tawanan a Kerxê ya Bexdayê, cezayê sêdarekirinê (îdam) da endamekî rêxistina DAIŞê.
Piştî ku hate selmandin wî çekdarî êrişî hêzên ewlehiyê kiriye û sala 2014an keçên Kurd ên Êzidî revandine, ev biryar hate dayîn.
Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê, 5ê Nîsana 2026an di daxuyaniyekê de got: "Wî terorîstî li gel koma xwe ya çekdar sala 2014an li navçeya Şingalê gelek tawannên hovane kirine.
Di nav wan tawanan de kuştina mêran û revandina keç û jinên Êzidî hene."
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin, "Armanca wî terorîstî ji van kiryaran xerakirina asayîşê û belavkirina tirs û xofê di nav dilê welatiyan de bûye da ku bigihe hedefên rêxistina xwe."
Li gorî daxuyaniyê, ev ceza li ser bingeha madeya 4/1 a Yasaya Berêngarbûna Terorê ya sala 2005an (hejmar 13) hatiye birîn.
Her wiha di biryarê de sûd ji madeya 7/1 a Yasaya Rizgarbûyên Êzidî (hejmar 8 a sala 2021an) hat wergirtin.
DAIŞê di Tebaxa sala 2014an de êrişî Şingalê kir û li dijî Kurdên Êzidî komkujî pêk anîne. Wê rêxistina tundrew bi hezaran keç û jinên Kurd ên Êzidî jî revandibûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin