Komcivîna “Platforma Neteweyî” hat dawî: Pîroz be
Îbrahîm Guçlu
Ez, ji her kurdekî, rêxistinekê. yekîtiyekê ku ji bona Doza Kurd-KURDISTANÊ xebat dike re piştgir im.
“Platforma NETEWEYΔ du rojan (28-28ê Adarê) komcivîna xwe li dar xist.
Îro dawî li civîna “Platforma Neteweyî” hat.
Ez jî beşdarî komcivîne bûm.
Min di Destpêkê de bîrûreyên xwe yên giştî derbarên “yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê” de bi giştî pêşkêş kir.
Min, di Roja Duyemîn de jî derbarê gelek mijaran taybet de jî nêrînên xwe pêşkêşî komcivîne kir.
Di komcivînê de nêrînen wekhev jî hebûn, yên cuda û yên ne wekhev jî hebûn.
Biryar hat girtin ku “Platforma Neteweyî” xebata xwe bidomîne.
Ji bona yekîtiya neteweyî ya giştî û bi Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê ku di 14ê Adar a 2026 ava bibû re, biryara yekbûnê girt.
Ev biryareke girîng e.
Ji bona rêvebiriyê yanî ji bona “Meclîsa Platforma Neteweyî” hilbijartin pêk hat.
Gelek mijarên din hene ku ez ne pê re bûm.
Ezê di pêşerojan de, ji bona ku ew jê sûd werbigrin, ji wan re û ji raya giştî re pêşkêş bikim.
Ev yeka nabe sedem ku ez ji Patforma Neteweyî re nebim alîkar.
Ez ji bona xebata platformê serkeftinê dixwazim.
Ez amade me ku her dem dema wan ji bona Kurd Kurdistanê xebat kir, ez beşdarî xebata wan dibim.
Diyarbekîr, 28. 03. 2026

