
Biryara 688an: Mertala parastina Kurdan û bingeha statuya Herêma Kurdistanê
.
Beriya niha bi 35 salan, 5ê Nîsana 1991ê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara hejmar 688an qebûl kir.
Vê biryarê gelê Kurd ji komkujiyên rejîma Beasê parast û bingeha statuya îro ya Herêma Kurdistanê avêt.
Ev biryar di dîroka Neteweyên Yekbûyî de belgenameya yekem e ku navê Kurdan tê de hatiye nivîsandin û ew hatine parastin.
Bihara sala 1991ê ji bo gelê Kurd bi serkeftineke mezin dest pê kiribû lê di demeke kurt de bû yek ji karesatên herî mezin ên mirovahiyê.
Meha Adarê bi Serhildana Mezin (Raperîn) a ku ji Ranyeyê dest pê kir û heta Kerkûkê belav bû, rejîma Beasê ji axa Kurdistanê hat derxistin.
Lê belê, artêşa Îraqê ya di bin serokatiya Sedam Husên de piştî Şerê Kendavê xwe kom kir û 27ê Adara 1991ê ji asman û bejayî ve êrişeke mezin da destpêkirin.
Koçberiya Mezin û karesata mirovî
Piştî ku hêzên Sedam Husên careke din Kerkûk û Hewlêr dagir kirin, bi milyonan Kurd ji tirsa ku komkujiyên wekî Enfal û Helebceyê ducare bibin, ber bi Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ve reviyan.
Ev bûyera ku di dîrokê de wekî "Koçberiya Mezin" cih girt, bû sedema karesateke mezin.
Bi hezaran sivîl ji ber sermaya zêde û birçîna di rêyan de canê xwe ji dest da.
Piştî ku dîmenên vê karesatê li hemû cîhanê olan da, civaka navneteweyî ket nava liv û tevgerê.
5ê Nîsana 1991ê: Pêngava dîrokî ya dîplomatîk
Reşnivîsa biryara 688an bi hewldana Fransa û Belçîkayê û bi piştgiriya Tirkiye û Îranê hat amadekirin.
5ê Nîsana 1991ê ev biryar ket rojeva Konseya Ewlehiyê.
Di dengdanê de 10 dewletan (Amerîka, Brîtanya, Fransa, Belçîka û hwd.) got "Erê", Kuba, Yemen û Zîmbabweyê got "Na" û Çîn û Hindistanê jî dengê "Bêalî" bi kar anî.
Gelek welatên din ên wekî Kanada, Almanya û Tirkiyeyê jî wekî çavdêr beşdarî civînê bûn.
Bi vê biryarê, zextên Îraqê yên li ser sivîlan wekî "gefeke li ser aştî û ewlehiya navneteweyî" hatin pênasekirin.
Herêma Ewle û Paralela 36an
Her çend di biryarê de eşkere îfadeya "herêma qedexeya firînê" nebû jî, Amerîka, Brîtanya û Fransayê ev biryar wekî bingeh girt.
Wan di çarçoveya "Operasyona Aramiyê" (Operation Provide Comfort) de bakurê Paralela 36an ji balafirên Îraqê re girt.
Bi vî awayî hat qedexekirin ku artêşa Îraqê bikeve vê herêmê û ji bo Kurdan "Herêmeke Ewle" hat avakirin.
Vê gavê rê vekir ku koçber vegerin malên xwe û rêya xweseriya de-facto ya Herêma Kurdistanê vebû.
Girîngiya Biryara 688an a ji bo Kurdan
Ev biryar di dîroka siyasî ya Kurdan de xaleke werçerxanê ye:
Naskirin: Piştî biryarên Neteweyên Yekbûyî yên sala 1925an, cara ewil miletê Kurd wekî gelekî ku rastî zilmê tê di belgenameyên Neteweyên Yekbûyî de cih girt.
Aramiya Siyasî: Bi saya herêma qedexeya firînê, partiyên siyasî yên Kurdan (PDK û YNK) bûn yek û sala 1992yan hilbijartinên yekem ên parlamentoyê pêk anîn.
Federalîzm: 4ê Çiriya Pêşîn a 1992yan, Parlamentoya Kurdistanê li nav Îraqê birêvebiriyeke federal bi fermî ragihand.
Sazîbûn: Di nav 12 salan de heta rûxandina rejîma Sedam Husên a sala 2003yan, Kurdan di bin vî mertalê parastinê yê navneteweyî de tecrubeya birêvebirina xwe bi dest xist.
Îro, statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê û rewayiya wê ya navneteweyî, rehên xwe ji wê biryara dîrokî ya 35 sal berê ya li New Yorkê distîne.
Ji bo gelê Kurdistanê, ev dîrok ne tenê bangeke alîkariyê di heman demê de mertaleke siyasî ye ku milet ji tunebûnê rizgar kir.
RÛDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin