Roza Kurd

Roza Kurd

Hemû nivîsên nivîskar >

"A new country is born"

A+A-

Di destpêka meha heziranê de rêzdar serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzani bi piraniya hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê biryara referandum bo serxwebûna Kurdistanê dan! Ev ji bo hemû Kurdistaniyan mizgîniyek pîroz bû! Ji bo hemû cîhanê jî nûçeyek balkêş bû. "A new country is born" ji wê rojê de êdî prossesê destpêkir. Lê belê ev mizgîniya pîroz di heman demê de xewa dijminên kurdan revand.

Bi hezaran kurdên Europa û yên hersê aliyên din yên Kurdistanê li ser rê bûn diçûn bo alîkarî û piştgiriya xwişk û birayên xwe yên başûrê Kurdistanê. Li hemû balefirxaneyan em li Kurdistaniyan rast dihatin, hemû bi rengê Ala rengîn û Kurdistanî xemlandi bûn. Me silav dida hevdû û hestên xwe parvedikir. Cara pêşin bû Kurden diaspora li ser rê bûn diçûn Kurdistanê, lê belê ne serlêdana malbat û tatîlan,  ew bi rê ketibûn ji bo piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê da ku   25/9 roja refrandumê  li Kurdistanê bin. 

Ne tenê em bi rê de bûn, bakur, rojhelat, rojava hemû kurd bi rê de bûn, ber bi Hewlêrê de diçûn  ji bo Ala serxwebûnê bilind bikin.  Hewler germ û rengareng bû, hemû Kurdistanî bi heman hestê bibûn yek. Doza hemûyan serxwebûn bû.  Siyaset û cudabûn li mal hiştibûn û hatibûn Hewlêra paytext. Hemû yek deng bûn yek reng bûn. Seranserê Kurdistanê bi Ala rengîn xemlandî bû. 

Em bi mizgîniya duyemîn gihaştin Kurdistanê, Kurdên başûrê kurdistanê piraniya hêz û rêxistin di pirsa serxwebûna Kurdistanê de gihaştibûn hev. serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî û Hero xan di festivala li bajarê Silêmaniyê li gel hev dîmenên yekbûnê didan cîhanê.

Kurdistan hatibû guhertin, enerjiyek pir positiv hebû, ruyê xelkê geş bû, li kolanan atmosferek wekî roja berya cejnê bû.  Hemû kes li bende roja cejnê roja ”Belê bo serxwebûna Kurdistanê bûn” Hemû dunya li wê bû, rojnamevan, Medya Tv, li herderê mîkrofon digeriyan dixwestin nabza gelê kurd bigrin û bizanibin gelo Kurdistanî xwe çawa hîs dikin. 

Roja dengdanê, ez jî wek gelek kesan çavdêr bûm, ew çavdêrî derfet da ku ez bi çavên xwe dengdanê bibînim. Tiştê ku bala min kişand li herderê, jin, mêr, zarok bi cilên kurdî xemilandî mina ku roja newrozê be diçûn ser sandoqan bo dengdanê.

Dengdan li Kurdistanê li gor pîvanên welatên Europa bû, gelek bi rêkûpêk bû. Listeyên navan, wezîfedarên ber sandoqan û sandoqên şefaf hertiş li gor normên navnetewî bûn.  Kurdistan mîna welatek ku bi sedan salan serbixwe û dewlet be dengdana referandumê pêk tanî.  Ez tu car ne li şer ne jî li dengek bilind jî rastnehatim. Atmosferek netewî dûrî siyaseta rêxistinî lê belê herkes wek Kurdistanî li wir bûn û dengê xwe yê erê didan.  Ewlekariya roja dengdanê jî di asta bilind debû. 

Kurdekî ku dengê xwe ”Belê” dabû tiliya we ya boyaxkiri ya nîşana dengdanê bilind kir û nîşanî min da ”Ev gul e bo cangoriyan û gulle ye bo dijminan” 

2017-10-06

 

Önceki ve Sonraki Yazılar