A. Merkel: Kurdên Êzdî di dilê min de ne..

A. Merkel: Kurdên Êzdî di dilê min de ne..

Seroka Alman Ancela Markel, dibêje; ez ji nêzîk ve bi pirsa kurdên Êzdî re peywendîdarim. ”Kurdên Êzdî di dilê min de ne”.

A+A-

A. Merkel: Kurdên Êzdî di dilê min de ne..

Seroka Alman Ancela Markel, dibêje; ez ji nêzîk ve bi pirsa kurdên Êzdî re peywendîdarim. ”Kurdên Êzdî di dilê min de ne”.

Li Almanyayê bi tevlêbûna Serok Ancela Markel Konferansa Zîrveya Entegrasîyonê ya 12ewmîn lidarket.

Di zîrveyê de gelek komel û sazîyên bîyanî jî hebûn. Yek ji vana jî CIVAKA Kurd bû. Serokê Civaka Kurd Mehmet Tanrîverdî dibêje; ez li ser navê Kurdan tevlê vî zîrveyî bibûm û min pirs û pirsgirêkên civaka Kurd yên li Almanyayê anî ziman.

 

Mehmeta Tanrîverdî dibêje: Mijara îro ya zîrveyê,”Di derbarê entegrasîyona penaberan de polîtîkayên Almanya û pirsgirêk hebûn”. Min jî bi giştî di derbarê pirgirêkên civaka kurd û bi taybetî jî yên Kurdên Êzdî axifî.”

tan1.jpg

M. Tanrîverdî dibêje: Almanya di Yekîtîya Ewropa (YE)de pêşengîyê entegrasîyonê dike.

 

Herwiha M.Tanrîverdî got: Min ji Ancela Markel daxwaz kir ku di sîyaseta derve de erkên bigire serxwe. Li hember welatên ku Kurd ji wê têne derxistin rexnegir be. Û ji bo ku Kurdên Êzdî bikarin bizivirin welatê xwe Şingalê de dema xwe ya Serokayetîya Demî ya Ewropa de alîkar be.

Dîsa di dirêjahîya axaftina xwe de M. Tanrîverdî dibêje: Ancela Merkel piştgirî dide plana vegera Êzdîyên Kurd bo welatê wana. Û min jê xwest ku; Di hevdîtinên Hewlêr û Bexdayê ya di derbarê normalîzekirina Şengalê alîkar be. Dîsa, min ji A. Merkel xwest ku; Di vegera Kurdên Êzdî bo malên wana de alîkar be.

Herwiha M. Tanrîverdî amaje pê kir jî; Ancela Merkel jî piştgirîya plana vegera Kurdan bo welatê wana dike. Herwiha Tanrîverdî got, A. Merkel gotîye: Dê sibê Serokê Iraqê li Almanya be û dê ezê vê meseleyî pêra biaxifim.

M. Tanrîverdî dibêje: Di civînê de Efrîn û Serêkanîyê jî hatin rojevê. Pirsa koçeberên ji Efrîn û Serkanîyê jî di rojevêde bû. Û dîsa M. Tanrîverdî dibêje; min ji A. Merkel daxwaz kirîye ku di dema Serokayetîya xwe ya Demî ya Yekîtîya Ewropa de, ji bo derxistina Tirkîye yê ji wan herêmên ku dagirtîye, rola xwe bileyze ku gel bikare vegere welatê xwe. Ber eksê wî, ew kesên di konan de, di şertên xirab de dijîn, dê di wan rêyên xweternak de berê xwe bidin Ewropa yê.

Rûpela Nû/Almanya

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin