5 sal di ser kuştina Tahîr Elçî re derbas bûn

5 sal di ser kuştina Tahîr Elçî re derbas bûn

.

A+A-

Di ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçi re 5 sal derbas bûn, lê hêj kujêrên vî nehatine diyarkirin. Îro dê ji bo Elçî çalakiyên bibîranînê bên lidarxistin.

Di 28ê Mijdara sala 2015an de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di dema daxuyaniya çapemenîyê de kete ber êrîşekî çekdarî û li heman cihî jiyana xwe ji dest dabû.

Îro, 28.11.2020, dê li ber Minareya Çar Ling a ku Tahîr Elçî li ber hatibû kuştin rêze çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. Baroya Amedê aşkere kir ku ji ber tevdîrên  xweparastina ji Coronayê beşdariyeke temsîlî dê bê kirin ku ew jî dê ji nûnerên baroyan û rêxistinên sivîl pêk bê.

Li gor bernameya hatiye belavkirin, dê demjimêr 10.30, ji ber avahiya Adliyê heta ber Minareya Çar Ling  meşek bê sazkirin.

Li ber Minareya Çar Ling demjimêr 11.00 dê kongreyeke rojnamevaniyê bê encamdan û paşê dê serdana gora Elçî bê kirin.

Bûyera kuştina Tahîr Elçî tevî derbasbûna 5 salan jî nehatiye zelalkirin. Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî got, “Ev bûyer dê bê zelalkirin. Armanc ne tenê Tahîr Elçî, lê Tirkiye ye.”

Di heyama 5 salan de tekane rûniştina dadgehê roja 21ê Cotmeha îsal li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat û ew polîsên tohmetbarên bûyerê ku nehatine girtin, tevî daxwaza parêzerên Elçî jî li dadgehê amade nebûn û bi rêya sîstema deng û dîmên beşdarî rûniştinê bûn.

Parêzerên Tahîr Elçî di rûniştina dadgehê de nerazîbûn nîşanî helwesta dadger dan û gotin ku rûniştina dadgehê ne li gor yasayan birêve diçe.

Parêzerên Tahîr Elçî jî ragihandin, “Li vî welatî serokê baroyekê tê kuştin, dinya diheje lê dadgeha we bi helwesta xwe nîşan dide ku ne objektîf e. Eger hûn dê vê israra xwe berdeawam bikin wek dadgeh vekişin.”

Parêzer Mahsunî Karaman jî got, helwesta heyeta dadgehê ne bêalî ye û got, “Qebûlkirina vê doznameyê jî sedemek e bo vekişîna we. Dewlet dê kuştina Tahîr Elçî bê ceza bihêle û hûn jî dibin navgînek bo vê yekê.”

Lêbelê heyeta dadgehê careke din mafê gotinê neda parêzeran û hişyarî da ku ew dê ji dadgehê bên derxistin.

Piştî navberek din a bi dadgehîkirinê, dadger ji bo ku 11.Dadgeha Cezayê Giran biryar bide doz ji bo 3ê Adara 2021an paş xist.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin