24 sal li ser koça dawî ya Eyşe Şan re derbas bûn

 24 sal li ser koça dawî ya Eyşe Şan re derbas bûn

.

A+A-

Îro 24 sal bi ser koça dawî ya hunermenda Kurd a navdar Eyşe Şan re derbas bûn.

Eyşe Şan an jî bi navên xwe yên din Eyşana Kur, Eyşe Xan, Eyşana Elî sala 1938an li Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayik bû.

Eyşe Şan ji ber ku bavê wê dengbêj bû, di temenê xwe yê biçûk de bi saz û mûzîkê re bû heval.

Eyşe Şan dema di 9 saliya temenê xwe de bû bavê wê koça dawî kir û piştî wefata bavê xwe, ji ber ku malbat û kesûkarên wê bi tundî li dijî wê yekê bûn Eyşe Şan stranan bêje, neçar ma ji Amedê koçî Dîlokê bike.

Li bajarê Dîlokê, ji ber ku Kurdî qedexe bû bo dema di radyoyekê de bo dema 2 salan bi Tirkî de stran gotin û sala 1963an ji wir çû Stenbolê.

Li Stenbolê bi strana xwe ya “Ez Xezal im” navê wê belav bû. Lê navdariya wê serê wê xist tengasiyê û neçar ma vê carê jî berê xwe bide Almanyayê. Lê ew hunermenda Kurd piştî demekê dîsa vegeriya Stenbolê.

Li Stenbolê sê zarokên Eyşe Şan çê dibin, lê ji ber ku bi Kurdî stran digotin rastî zilma dewletê hat, lewma neçar ma sala 1979an berê xwe bide Bexdayê.

Eyşe Şan di radyoya Dengê Bexdayê de dest bi kar kir û jibilî Bexdayê, li Mûsil, Hewlêr û Duhokê jî konsert saz kirin.

Ew hunermenda Kurd piştî demeke dirêj dîsa vegeriya Tirkiyê û roja 18ê Kanûna 1996an li bajarê Îzmîrê ji ber nexweşiya pençeşêrê koça dawî kir.

Eyşe Şan her çiqas wesiyet kiribû ku termê wê li Amedê bi xakê bê spartin, lêbelê ev wesiyeta wê heta niha jî bicih nebûye.

Albûmên Eyşe Şan: Stranên Bijartî, Tomarên Konseran 1979, Memê Alan.

Beşek ji stranên Eyşa Şa: Ez Xezal im, Qederê, Dayikê, Lê lê bêmal, Lorkê lorkê, Daykê Qurban, Qederê Yar,  Cemîle Here Were, Xezal, Lê lê Dînê, Xivşê, Kirasê Te Melese, Yar Meyro, Derdê Hewiyê, Hepsîyo, Min Tu Dibu, Memê Alan, Nazliyê, Wey Saliho Kurmam.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin