
Li Kamyaranê xwişk û birayek hatin desteserkirin
.
Xwişk û birayekî ji bajarê Kamyaranê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin desteserkirin û ji bo cihekî nediyar hatin veguhestin.
Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihand, "Hêzên ewlehiyê li gundê Lonê yê bajarê Kamyaranê xwişk û birayek desteser kirin."
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê bêyî agahdarkirinê bi ser mala Kejal Rehmanî û Danyal Rehmanî de girtiye.
Hêzên ewlehiyê ew desteser kirine û ji bo cihekî nediyar birine.
Danyal Rehmanî xwendekarê beşa endezyariya komputerê ye Zanîngeha Azad a Sineyê ye.
Heta niha li ser sedema desteserkirinê û cihê ragirtina Kejal Rehmanî û Danyal Rehmanî ti agahî nînin.
Xwişk û birayê endamekî KODARê ne
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, ew xwişk û birayê Cemal Rehmanî ne ku endamê Konseya Serkirdayetiya Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bû.
Ew sala 2017an li gel 2 endamên din ên PJAKê li navçeya Pîrbaxiyê ya Kamyaranê ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin