Yekem car bi munasebeta enfalê serxsaxî li gelê Kurdistanê kir

Yekem car bi munasebeta enfalê serxsaxî li gelê Kurdistanê kir

Piştî 36 salan ji Enfala Barzaniyan, ji bo yekem car, Wezareta Berevanî ya Iraqê sersaxî li gelê Kurdistanê kir, parlementereke Kurd jî vê yekê wek destpêkek baş bi nav dike.

A+A-

Piştî 36 salan ji Enfala Barzaniyan, ji bo yekem car, Wezareta Berevanî ya Iraqê sersaxî  li gelê Kurdistanê kir, parlementereke Kurd jî vê yek bi destpêkek baş bi nav dike.

 

Wezîrê Berevanî yê Iraqê Necah Şemerî bi boneya 36emîn salvegera biranîna şehîdên jenosîda Enfala Barzaniyan peyamek belav kir û têde yekem car wek Wezareta Berevanî ya Iraqê sersaxiya malbatên qurbaniyan û gelê Kurd kir.

 

Necah Şemerî ragihand ku ew û hemû karmend û endamên Wezareta Berevanî ya Iraqê, sersaxiyê   li gelê Kurd dike, ku ew pirose tawaneke mirovî bû, ku hemû mirovatî û cîhan hejandiye.

 

Li hemberî vê helwesta Şemerî, Endama parlementoya Iraqê Hedar Barzanî diyar kir ku ew gaveke baş e.

 

Hedar Barzanî got: “Piştî rûxana rejîma Beesî di sala 2003yan de û piştî 36 salan Enfala Barzaniyan, Wezîrê Berevanî yê Iraqê hate deng û ev yekem car e sersaxî li Kurdan dike.”

 

Herwiha Hedar Barzanî anî ziman ku  destpêkeke  baş e ji bo hestkirina berpirsayetiya exlaqî û siyasî, li ser wan tawanên ku li dijî gelî Kurd hatibû kirin, herwiha  gaveke ji bo qerebûkirina malbatên qurbaniyan û got: “Hêvîdar im tevahiya berpirs û desthilatdarên Iraqê li ser navê dewleta Iraqê lêborînê ji gelê Kurd bixwazin û kar bikin bo enfal bi şêweyekî fermî belge bikin û qerebûya ziyanpêketiyên kesûkarên qurbaniyan bike.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin