Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

Xwedê, hebûn, tinebûn, qencî û xerabî

A+A-

Maruf YILMAZ, Doktoremend, lêkolîner, nivîskar

Ez van pirsên jêrîn ji xwe û we dipirsim:

Em li ser hebûna Xwedê çi dizanin?

Bi rastî xirabî çi ye? Çi dibe sedema xerabiya mirovan an Xwedê? Mirov çawa dibe xerab?

Hûn xerabiyê di Hinduîzm û Zardeştî de çawan dibînin? Çima xerabî heye? Xwedê dikare xirabiyê ji holê rabike heke bi rastî jî ew bixwaze? Çima li dinyayê xerabî heye? Li derveyî ramanên min rastiyeka din heye?  Ma hebûna Xwedê ji bo edaletê ye? Ma Şeytan bi rastî heye?

Em dikarin cuda bihizrin û hest bikin. Her tişt ne reş an spî ye. Çi rast  û ne rast be jî dikare bi rewş û çarçovayê xwe ve girêdayî be.  Heke em perspektîfên cûda bikarbînin, em dê bizanibin çi ferqa di navbera çanda tundî (çanda şidete), tundrewî û pejirandina îdeolojîya şîdetê de heye. Medyaya Kurdî êrîşî kurdên dijber dike û bi awayî çanda me û wan diafirîne. Yanî yê/ya dijberê/dijbera partîyeka siyasî be, dijmin e. Propagandaya ”Medyaya Kurdî” ya Bakur ”exrem”, îdeolojîk, tundî komeleyî û dişibe ”Medyaya Tirkî”.

Misilmantiya dewleta tirk çanda şîdetê ya mêran e ku zimanê dayîka min qedexe dike û dixwaze mîraseka çanda kurdan ku Xwedê daye wan tine bike.  Ji ber vê yekê misilmanên wisan rola Şeytan dileyîzin. Şeytan tine ye, lê misilmanên şeytanan hene. Piranîya siyasetmendarên Bakur ên salên 1970 û1980î ne. Şeytan giyaneka hêzdar e ku bandoreka mezin li ser siyasetmedarên Bakur kirîye ji lewre ew dikarin tiştên xerab bikin. Ma hewce ye ku em ji Şeytan bitirsin? Na. Pirsgirêka xerabiyê, paradoxa Epikuros, behsa pirsa çima Xwedê mirovekî bi hêz û zordar diafirîne û Xwedê dihêle ku ew mirovê zordar xirabiyê li me bike. Heke Xwedêyekî başîyê hebe, çima dihêle ku xerabî biafire. Di ol û felsefeyê de “pirsgirêka xerabîyê, bi eslê xwe, kok, bingeh û sedemên xwe  girêdayî ye, lê çareseriya muhtemel a xerabîyê gengaz e.

Li gorî dîtinekê, li pişt her tiştî ku dileqe an tiştek heye ku tevgerê dide tevgerê. Divê ev Xwedê be. Li pişt her tiştî ku diqewîme sedemeka xwe heye û ev jî îspata hebûna Xwedê ye.  Îspata sêyemîn a Xwedê jî heman îspata kozmolojîk e. Xwedê ne heyînekî fîzîkî ye, lê Xwedê her tiştên di cihanê de hene afirandiye. Ya çaremîn jê re belbeya derecê hatiye gotin.  Hin tişt ji yên din cûda ne û wê hingê divê tiştek çêtir hebe. Yê/ya herî kamil Xwedê ye. Xwedê qenciya kamil e. Belgeya pêncemîn teolojîk û mîtolojîk e. Ji ber ku li dûnyayê her tişt xwedî armanc û mebestek e, divê kesek bihizre, hebe: Xwedêyo!

Argumana kozmolojîk yên fîlozofên olî El-Kindî (800-873) û El Gaazalî (1058-1111) bi çavekî felsefeyî behsa hebûna Xwedê kirin. Li gorî wan herduyan her tişt ku pê dest kiriye divê sedemek hebe.  Ji ber vê yekê, divê gerdûn xwedî xaleka destpêkê be. Divê kesek an tiştek dest pê kiribe, divê ev Xwedê be.  Heke em bi  çavekî rexneyî li mijarê binêrin sedema yekem ne hewce ye ku Xwedê  be. Heke mirov bipejirîne ku gerdûn xwedî xaleka destpêkê ye, ne hewce ye ku ev Xwedê bi îradeya hişmend be.

Zanista xwezayî mijara lêkolîna cîhana fizîkî (xweza) ye. Aqilmendên dinyayê ji du perspektîfên cûda ji bo hebûna Xwedê û li dijî hebûna Xwedê bikartînin. Argumentên herî baş ên cîhanê ji bo û li dijî hebûna Xwedê ne. Argumana kozmolojîk dibêje ku gerdûn bi tena serê xwe nikare çêbûbe - divê hebûna wê ji ber tiştekî din be.

Demokratên Swêdê (SD, partiya nazîstan) partiyeke siyasî ya netewperest û muhafazakar li Swêdê ye. Serokê vê partiyê Jimme Åkersson e. Ew dibêje serokkomarê Tirkiyê Erdogan dîktatorekî misilman e. Partiya Moderat ya Swêdê, partiyeke muhafazakar e, lê bi milyonan caran ji sosyalîstên tirk, komunîstên tirk û heta hemû partiyên tirk ên li Tirkiyeyê jî demokrattir e. Heke em partiya ”Demokrata Swêdê” (SD) bi partiyên Tirkiyê yên wek MHP an AKP an CHP re bidin ber hev,  em dê bibînin ku Partîya Demokrata Swêdê ku nateweperst e, lê hezar carî ji MHP, CHP û AKP demokratir û mirovheztir e. Şewitandina Kuranê tiştekî ne rast bû ji bo Swêdê ji ber ku kîn/nefretê zêdetir dike. Ez dubare dikim şewitandina Quranê ne baş bû. ”Xerabî” navê romaneke Jan Guillou ya sala 1981ê ye. Mijar dibistan e. Mijarên sereke yên pirtûkê serkeftinên Erik Ponti yên di pêşbirkên melevaniyê de ne. Ji bo min, di dîrokê de dîktatorên herî xirab, hêzên xerab û sembolên wan, zilmê li min û kesên din dikin.  Mînak: Seddam Huseyn dîktatorekî misilman bû. Dîktatoriyekî misilman ê din jî Erdogan e. Beşar Esed û serokwezîrê îranê Ayatolla Ali Khamenei herdu jî misilmanên Şîa yên dîktator in.

Beşar Esed Elewî, lê zanista olê Elewetiyê jî di nav îslamê de dibîne. Elewî destnîşan dikin ku ola wan serbixwe û girêdayî ye, lê Elî pismam û zavayê Muhammed Peyxember bû. Elî di  bandora çanda derûdora xwe de maye. Di Elewetiyê de em dikarin hêmanên Zardeştî Cihûtî, Xirîstîyantî û Budîzmê bibînin.

Di mêjîyên serokên tirkan de Şeytan heye û ji ber vê yekê jî tirk dixwazin kurdan tine bikin, lê nikarin. Mentalîteta tirk xerabiyê temsîl dike û antîkurd e. Şeytan kesayeka mîtolojîk e ku di têgînên Zardeştî, Cihû, Îslamî û Xirîstiyanî de xerabiyê temsîl dike. Şeytan kesayetek e ku bi gelek navên cûda tê binavkirin. Di Gatha Zardeştî de Xwedayê baş û dijberê wî, Ahriman (xerabî) heye. Ahriman xwediyê prensîbên xerabîyê ye, lê bi xwe azad e, ku rêya baş an jî xerab hilbijêre. Ev dualîzma etîkê bûye bingeha felsefeya Zardeştî. Em di pirtûka pîroz Avesta´yê de Xwedêyê baş û xerab dibînin, her du Xwedê jî azad in ku başî yan jî xerabî hilbijêrin. Kozmogonî teorîya li ser afirandin û çêbûna gerdûnê (cihan, dûnya) ya Ahura Mazda û Ahriman e. Di mîtolojîya kurdî û rastîya rojane de jî dijminên kurd ên herî xedar ji hundir û kurd bi

xwe ye. Heke mirov rewşenbîr be mirov dikare nîqaşan li ser hebûna Xwedê yan li dijî hebûna Xwedê bike. Ateîstên swêdî nebawermendê Xwedê ne, înkarkerên Xwedê ne ji ber ku di gerdûnê de şopên Xwedayekî bi awayekî objektîf nehatine dîtin. Li gorî fîlozof Protagoras mirov pîvana her tiştî ye. Lucretius dibêjê: ”tiştek ji tunebûnê nayê afirandin". Hegel hebûn di dewletê de gengaz e.  Bi dîtina Hegel tenê di dewletê de mirov xwedî hebûneke aqilane ye. Li gorî Nietzsche divê mirov dijminên xwe zêde neke. Ew wisan dinivîsîne û dibêje: ”kesê ku min nekuje min xurtir dike."  Ez dizanim ku jîyana min kurt e ji lewre divê ez ji kurdan re rastiyê bibêjim berîya mirina xwe. Li gorî Schopenhaur "Jiyan kurt e, divê em rastiyê bibêjin."  Ez bixwe rastiya siyaseta Bakur nabînim. Rastîya wan ji bo rast e. Lê ji min rastî subjektîv e, lê Soren Kierkegaard jî dibêje rastî subjektîv e! Bi ya min rastî tenê hebûn e - hebûn bi xwe ye. Hebûna kurdan di dewleta kurdî de ye. Arîstoteles dibêje: "Hevalê her kesî nabe hevalê min" "Rewşa mirov ji sê çavkaniyên sereke re diherike: Daxwaz, hest û zanîn.  Li gorî Aristoteles "hemû mirov xwezaya zanînê dixwazin. Ew dibêje: "Bingeha dewleta demokratîk azadî ye…

"Immanuel Kant behsa aştiya herheyî dike. Ew dibêje aqil, şer bi tevahî mehkûm dike û aşitiyê pêwîst dibîne. Subjektîv berovajî felsefeya objektîffvîtîyê ye, ku weke dîtineka heqîqetê tê şirovekirin. Di felsefeya rojavayî de ramana subjektîvîtetê, koka xwe di felsefeya Descartes û Kant de digire. Kant ji xebata Arîstoteles sûd wergirtîye.  Hin ramanwerên girîng ên ku mohra xwe li dîrokê xistine ev in: Descartes, Locke, Kant, Hegel, Husserl, Foucault, Kierkegaard, Derrida, Sartre

Xerabî dikare bibe kiryarên terorîzmê, kuştin, êrîş, zordestiya bi tolhildan û çavnebarîyê be. Fîlozof li ser xerabiyê çi dibêjin? Kant, Platon, Nietzsche û hwd çi dibêjin? Di cîhanê de olên sereke Cihûtî, Xiristiyanî, Bûdiîzm, Hindûîzm û îslam in. Her pênc ol li dibistanên Swêdî tên hînkirin û xwedî nirxeka wekhev in. Erka me ronîkirina tarîtiya mirovan e. Li gorî Nietzsche, xerabî ew e ku ramanên me yên li ser çawaniya tiştan tên binpêkirin. Gelek rewşenbîrên Ewrûpayê jî bawer dikirin ku erdhej mizgîniya dawiya dinyayê dide. Lê di nîqaşên piştî karesata xwezayê (felaket, tofan) de, fîlozofê fransî Jean Jacques Rousseau xirabiya xwezayî di şeklê felaketên xwezayî û xerabiya exlaqî de, ku em mirov sûcdar in, nivîsî. Jean - Paul Sartre û Simone de Beauvoir stêrkên sabît ên hebûnparêzî û felsefeya wan a azadiya mirovî/mirovê ye ku mirov bixwe xwe çêdike... Ya sêyemîn Raymond Aron e. Ew li Berlînê dijîya û wî fenomenolojî dixwend. Wan hemûyan giranîya xwe didan ser kevneşopiya ramanan a li ser jiyana ku hatiye jiyandin (serpêhatî û serborîya ku hatine jîyan). David Hume yek ji fîlozofên bijare ye ku behsa girîngiya hestên mirovî/mirovê dike. Li gorî Soren Kierkegaard, ferd divê "ji qada giştî koç bike da ku xwe ji azadî, berpirsiyarî û xweya rast re vebike û bibe xwedî perspektîveka berfireh.

Cîhana ramanan rastiyek e ku ji hêla aqilê me ve hatî ceribandin. Cîhana hestan rastiya ku bi hestên me tê jiyandin. Dinyaya hiş bi rastî ne mîna rastiyê ye. (dîtin, bihîstin, destdan/hiskirin, bîhn, tam.

Çawa dibe ku Xwedêyekî qenc hebe dema ku evqas xerabî heye? Heke Xwedê bixwaze, dikare zilm û xerabiya tirkan ji holê rabike û kurdan ji zilmê rizgar bike. Xwedê her tiştî be jî divê bikaribe zilma tirkan li ser kurdan rabike. Çima Xwedê dihêle ku tirk xirabîyê li kurdan bikin? ”Ma Xwedê dixwaze pêşî li xerabiyê bigire lê nikare?”  Îradeya azad a mirov tê wê maneyê ku mirov di hilbijartina xwe ya qencî an xerabiyê de azad e. Heke Xwedêyê tirkan hebe, ew karînerê her tiştî ye ku zilm û xerabiya xwe ji holê rabike. Xwedê qenc e, ji ber vê yekê ew dixwaze xerabiya tirkan ji holê rabike. Xerabî li Tirkiyeyê heye. Li gorî min, xerabî ew e ku mafê perwerdeya zimanê dayîkê ku Xwedê daye min û ramanên min yên li ser çawaniya tiştan binpê dibin. Xerabiya neheq heye. Heke Xwedê tirkan hebe, dê xerabiya neheq tinebûya. Xerabî heye. Xweza xwedayê min e. Her kes Xwedayê xwe ye. Ez bixwe perspektîva subjektîvîtê bikartînim. Subjektîv ew kes e ku e ji hest û ramanên xwe dest pê dike.

Ol li ser hizr, dîtin û ramanên hêzeka bilindtir avabûye, mînak Xweda yan çend Xwedêyan. Hêza bilindtir heyîneka serxwezayî ye ku ew me mirovan afirandiye û li me Xwedê an Xwedayan xwedî derdikeve (li gorî dîtinekê). Rîtual çalakîyên ku xwedî wateyeka sembolik in. Cejn rojeka girîng e ku tê pirozkirin. Bawermend ew kes e ku bi xwedayek an çend xwedayan bawer dike û jiyana xwe li gorî rêgezên olî birêve dibe.  Xwedê li ser baweriya kevnar peymanên xwe bi şeytan re çêkirîye. Ji ber vê yekê kurd jî dikarin bi dijminên xwe re peymanan çêbikin. Kîjan sembol tê wateya qencî yan xerabiyê?  Îro, nîşana sembola Hîtler a SS ya çekdar ku ew nîşana jenosîdê ye ku bi mîlyonan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Hîtler şerxwaz bû. Li gorî Platon tenê miriyan dawiya şer dîtiye.  Dalaî Lama jî dibêje: ”Nehêlin tevgera kesên din aştiya we ya hundirîn hilweşînin". Di Hinduîzm, Bûdîzm û Zardeştî de sembola Hîtler qenciyê nîşan dide. Hîtler ev sembol ji Hinduîzm û Zardeştîyê dizî û kir malê xwe. Pir kes ala Almanyaya Nazî wekî sembola xerabiyê dibînin. Di ol û felsefeyê de “pirsgirêka xerabiyê” bi kok, esil û sedemên xwe ve girêdayî ye, lê “çareseriya” muhtemel a xerabiyê heye. Bi rastî xerabî çi ye? Çi dibe sedema xerabiyê? Çi sedemên din hene ku em kirinên xerab bikin?

Rastî nî nin, tenê şiroveyên cûda hene. Rastî subjektîf e.  Di çanda postmodernîzmê de, em bi rastî û aqil bawer nakin. Ji bo min her tişt nisbî ye, ji ber ku ez postmodernîst im, di felsefeya nûjen, nîqaşa raman û gelek çalakiyên zanistî yên estetîk de beşdar dibim. Ez giraniya xwe dide ser felsefe, pedagojî, mîrateya çanda kevnar, efsane, mîtolojî, înterkultur, huner, wêje, kilam, stran û muzîkê. Efsaneyên herî kevn ên mirovahiyê bi gelemperî li ser lêgerîna nemiriyê ne. Xweda û lehengên ku, bi zanîna xwe, hêza kontrolkirina çarenûsa xwe bi dest xistin, wek: Inanna, Gilmameş, Prometheus...

Di konfuçyûsîzmê de du cure bersivên esil û çareseriya xerabiyê hene. Fîlozof Xun Zi bawer dikir ku mirov di bingeha xwe de xerab e, lê mirov dikare ji bo qenciyê were perwerdekirin û bi perwerdeyê bibe mirovekî baş. Em her dem tiştên ku ji bo me baş in, em hildibijêrin. Di van hilbijartinan de ye ku xirabî derdikeve holê: Em dikarin vebijarka baş an xerab hilbijêrin.

Berdewamiya dê hebe.

23.01.2023

Maruf YILMAZ, Doktoremend, lêkolîner, nivîskar

Önceki ve Sonraki Yazılar