'Xebatên Rewşenbîrîya Kurdî' derket

'Xebatên Rewşenbîrîya Kurdî' derket

Bi navê "Xebatên Rewşenbîrîya Kurdî li Bakur" pirtûkek derket û notên sedsalekê yên van xebata pêşkêş dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Pirtûka Miraz Ronî bi navê "Xebatên Rewşenbîrîya Kurdî li Bakur" (1900-2000) ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat weşandin pirtûk qala xebat, sazî û weşanên li ser kurdî yên di sedsala 20'an de dike. Di pirtûkê de bi kurtahî agahîyên di vî warî de hatine pêşkêş kirin. 

Ronî li ser xebatê gotîye "Xebatên rewşenbîrîya kurdî di gel ku ji serê sedsala 20'an ve dest pê kiribin jî lê belê hê jî ne xwedan zemîneke normal e û hê jî neketîye ser rêgeha xwe ya resen" û ev yek lê zêde kirîye: "Ev jî bûye sedem ku hê jî nasnameyeke temam ji bo ziman, huner û edebîyata kurdî çênebe. Ji ber vê yekê jî pêwîstî pê heye ku digel sedem û encam^ne wê ev rewş bê lêkolînkirin û ronîkirin." Ev xebat jî di vê çarçoveyê de hatîye amadekirin.

Di vê xebatê de bi taybetî li ser serdemên 1970, 80 û heta salên 2000'î hatîye sekinîn.

Pirtûk ji sê beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de li ser mijarên wekî erdnîgarîya kurdî, zimanê kurdî,. tevger û sazîyên kurdî, di beşa duyem de li ser rewşa xebatên rewşenbîrî û di beşa sêyem de jî li ser kovar û rojnameyên ku derketine hatîye sekinîn.

Agahî bi kurtahî hatine pêşkêş kirin. Dikaribûn kûrtir, zelaltir agahî bêne pêşkêş kirin. Mînka sala derketina weşanan hatîye dayîn lê di wê salê de kîjan mehê yan rojê derketîye kêm maye. Ligel her tiştî pirtûkek ku gelek agahîyên li ser rewşenbîrîya kurdî pêşkêş dike li ber destên xwendevanan e.

 

- Xebatên Rewşenbîrîya Kurdî / Miraz Ronî / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê / 2018 / 142 rûpel

 

Dîyarname

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin