Wîkîferheng: Bîra zimanê Kurdî

Wîkîferheng: Bîra zimanê Kurdî

Wîkîferheng bo karê dikin wiha got: "Ev dibe sedema xwebawêrîyekê ku kurd jî bibêjin zimanê me wek her zimanên din yên xwedî-dewlet e."

A+A-

Yekemîn armanca Wîkîferheng ew e ku di warê ferhengnasîyê de danasina zimanê Kurdî bike û dixwaze her kurd bibîne ku zimanê Kurdî xwedî nirxeke bilind e di asta cîhanê de... Wîkîferheng bo karê dikin wiha got: "Ev dibe sedema xwebawêrîyekê ku kurd jî bibêjin zimanê me wek her zimanên din yên xwedî-dewlet e."

Ferhat Yaşar

Wîkîferheng ne tenê peyvzêdekirin e, wîkîferheng wek dibistanekê ye, gelek endamên wîkîferhengê zimanê pêşketîtir dikin û kanalîze dibin Wîkîpedîyaya Kurdî. Di Wîkîpedîyaya Kurdî de gotarên akademîk bi nêrîneke kurdewarî dinivîsin û dinirxînin. Wîkîferheng dîyar kir; edventaca herî mezin ya Wîkîferheng û Wîkîpedîyayê ew e ku ew zanyarî wenda nabin. Wek hûn dizanin gelek websaytên kurdî ji ber êrîşên şovenîstan tên girtin lê ji bo Wîkîferhengê û Wîkîpedîyayê ew mimkin nîne.

‘WÎKÎFERHENG XWEDÎ QAÎDEYEKE PÊBAWRÎYÊ YE’

Wîkîferheng tenê peyvên Kurdî qeyd nake, ji xeynê peyvan cih dide biwêj, gotin û gotinên pêşîyan. Rêveberîya Wîkîferhengê bo vê mijarê dibêje; “Hêj gelek peyvên kurdî hene ku qeydê ferhengê nebûne, jixwe hîn ji wan qeydê ti ferhengekê nebûne. Divê em vê yekê dîyar bikin ku ne tenê ‘peyv’ têne qeydkirin ser Wîkîferhengê. Ji xeynî peyvan em cih didin biwêj, gotin, gotinên pêşîyan, rawe û tewangên peyvan hwd jî li ser ferhengê. Ji bo tevlîkirina peyvên kurdî qaîdeyeke wisa heye: Wîkîferheng xwedî qaîdeya pêbawerîyê ye. Gor vê qaîdeyê ji bo ku peyvek li Wîkîferhengê karibe were qeydkirin divê bi kêmanî di sê çavkanîyên cuda ên pêbawer de derbasbûyî be. Her kesê beşdar dikare peyvên ku tevlî ferhengê têne kirin kontrol bike, lê kontrolkiron karê naturel e ji bo rêveberên ferhengê ku ew jî 4 ên kurd 1 ê bîyanî pêk tê û yê bîyanî tenê ji bo rêlibergirtina vandalîzmê û sererastkirina hin çewtîyan bûye rêvebir ango ji ber ku zimanê kurdî nizane û nikare naverokên gotaran sererast bike.”

‘KURDÎ DI QADA ÎNFORMATÎKÊ DE Lİ PAŞ MAYE’

Çendîn ferhengên kurdî hene ser înternetê an çapkirî. Wîkîferheng jî yek ji yên li ser înternetê ye. Li gor wîkîferhengê zimanê kurdî di qada înformatîkê de li paş maye. Rêveberîya Wîkîferhengê; “Wekî nimûne telefonên zîrek (smartphones) ên bi kurmancî hêj qet tine li pîyaseyê. Mirov dikare gelek mînakên din jî bide. Şîrketên mezin ên wek Googlê, Microsoft, Samsung hwd jî ji bo zimanekê tevlî sîstemên xwe bikin ango ji bo ku bi zimanekê xizmet bidin her şîrket li gor xwe krîteran dîyar dike. Xwedîpiştgirîbûn, qalîtedarbûn û pêşketibûna gotar, nivîsarên Wîkîpedîyayê û Wîkîferhengê jî yek ji wan krîteran kare were hesibandin. Lewma qalîtedarbûn, pêşketin û zêdebûna hejmara gotarên li ser Wîkîferhengê pêdivîyek e ji bo zimanê me”got.

‘REXNEKİRİN NAYÊ MANEYA DİJDERKETİNÊ’

Rêveberîya Wîkîferhengê dibê “rexnekirin nayê maneya dijderketinê û rexneyên rast wê xebatên me bi pêş bixe lewma em spasdarê wan in. Wekî din her kesek xwedî heqê rexnekirinê ye. Rojê bi dehan kes guhertinan pêk tînin li ser Wîkîferhengê. Li gor vê rêjeyê dîyar dibe ku bi hezaran tevkarên Wîkîferhengê heye. Ji ser madyaya civakî gelek kes bi peyamên xwe yên ji ser DMê piştgirîya xwe tînin ziman, hin kes peyvan dipirsin, hin kes bo xebatên xwe yên zimanî rênîşandanê dixwazin. Gelek kes xebatên me wek bersiveke xurt yê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê dibînin. Wîkîferheng di warê ferhengnasîyê de li gor amarên Weqfa Wikimedîyayê di dinyayê de 8emîn ferhenga çalak e û 800 hezaran bêhtir peyv, biwêj, gotinên pêşîyan, tewangên peyvan dihundirîne. Li gor van amaran li Rojhilata Navîn zimanê kurdî gelek tê tercîhkirin ku şîyarbûneke neteweyî xwedî dike, herkes lê xwedî derdikeve ji Efrîn ta Urmîyeyê gelek kurd li vir dibin endam û şopîner, sûdê ji ferhenga azad werdigirin.”

‘DİVÊ EM BİBİN MİLETEKE BERHÊNER Û AVAKER’

Rêveberîya Wîkîferheng herwiha got, “Miletên hişyar, miletên xwedî-hişmendî ne yên pêşketî. Divê em bibin mileteke berhêner û avaker, ne mileteke mezêxer ango serfker. Divê em xwedî vê hişmendîyê jî bin ku bêyî keddayînê tişt nakeve destê meriv. Yê ku xîretê bike û ked bide jî miqabila wê digire. Ji bo bidestxistina hin tiştan divê em jî kedeke mezin bidin.”

Ev nivîs ewil li Gazete Duvarê hatîye weşandin

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin