Wextê kerenga dest pê kir

Wextê kerenga dest pê kir

Li gundê Qizqapanê jin bi kerengên ji quntarên çîyayan berhev dikin hem xwarinê çêdikin hem jî tirşîyê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gundê Qizqapan ê Panos a Agirîyê, li quntarên çîyayan berhevkirina kerengan dest pê kir. Piştî dinya germ bû, jin berê xwe didin quntarên çuayayn bi kergexanên (ilçan) xwe ji bin axê kerengan derxixin. Piştî kereng tên derxistin wan paqij dikin û dişon, dû re jî hem dikin xwarin hem jî tirşî. 

 

HEM XWARIN HEM JÎ TIRŞÎ 

 

Rewşan Karataş ku danê sibehê diçe kerengan berhev dike, bal kişand ser dewlemendîya xwezayê û got, mirov tenê bi kerengan jî dikare pêdivîyên mala xwe peyda bike.

 

Karataş, anî ziman ku ew kerengan hem sor dikin, hem dixin nav girarê, hem diin nav keledoş û şorbeyê û hem jît irşîya wan çêdikin û got: "Gava dibe bihar em dest bi berhev kirina wan dikin. Berê ji bo kerengan me serê darekî tûj dikir û pê kereng derdixistin. Lê niha em bi kergexanê derdixin, rihetir e. Tahma kerengan pir xweş e, tirşîya wan jî. Em gelek pincaran berhev dikin û ji bo zivistanê hiltînin. Berhevkirina kerengan zehmet e, lê tahma wan pir xweş e. Em naçin ên hazir nakirin, xwe bi xwe diçin berhev dikin." 

 

MA / Dîndar Karataş

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin