Wê xwezaya Colemêrgê ji bo madenan tune bikin!

Wê xwezaya Colemêrgê ji bo madenan tune bikin!

Dê 5 herêmên turîzmê yên Colemêrgê veguherînin qada madenê. Ji van deveran yek jê herêma Golên Cîloyê ye. Çîyager û turîzmvanan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: "Dest nedin xwezaya me."

A+A-

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Midûrîyeta Giştî ya Karên Maden û Petrolê (MAPEG), ji bo 766 herêmên 66 bajaran di 24'ê Tebaxê de îhale da destpêkirin. Di nav van îhaleyan de 5 herêmên turîzmê yên Colemêrgê jî hene. Ji van deveran yek jê herêma aGolên Cîloyê ye. Turîzmvan û çîyageran bertek nîşanî vê yekê de û ji bo wê gotin "felaket" e.

 

Midûrê Otel a Şenlerê Îsmet Çîftçî, dîyar kir ku bi saya çîyager û turîsstên ku havînan tên herêmê debara xwe dikin. Çîftçî, destnîşan kir ku turîstên tên bajêr ji bo xwaa bajêr tên û got: "Ji xeynî vê kes nayê li van deran nagere. Tenê kesên xwezahez û çîyager tên van deran. Heger di bin navê lêgerîna ji bo madenan makîne bên van deran, helbet wê kes hew bê van deran. Gava cihên ji bo gerê nemînin wê turîzm jî tesîrê ji vê yekê bigire. Heger hûn rabin makîneyan têxin Zozana Berçelanê, Karadag, Golên cîlo û Gelîyê Cennet-Cehennemê ma yê mirov ji bo i bên." 

 

'EM QADA MADENÊ NAXWAZIN' 

 

Çîyager Esat Kilinç jî destnîşan kir ku ji ber vê rewşê nerihet bûne û xwest her kes bertek nîşan bide. Kiliç, bilêv kir ku divê kes nehêle ev her pênc herêm bibin qadên madenê û got: "Em baş dizanin li vê derê maden hene. Dibe ku maden bi kêrî herêmê jî bên, lê ji fêdeyê bêtir wê zirarê bidin herêmê. Ji lewra dê deverên herî xweşik ên herêmê bên texrîbkirin. Ez bixwe li dijî vê yekê me. Dev ji xwezaya me berdin. Em naxwazin ev deverên xweşik bibin qadên madenê." 

 

'WÊ XWEZAYA BAJÊR BIMIRE' 

 

Midûrê Otela Starê Arafat Ozdemîr jî anî ziman ku ya dê bê kirin, wê bi kêrî gel neyê. Ozdemîr, dîyar kir ku dê xwezaya wan bi qadên madenan bê tunekirin û got: "Bawer nakim ev xwezaya xweşik li devereke din hebe. Li vê derê fabrîkeyeke me tuneye. Di dest me de tenê xwezaya me heye. Em turîzmvan zehmetîyên mezin dikişînin. Dahata me tenê turîst in ku ew jî ji bo xwazaya me tên. Heger makîneyên karî bên herêmê, em ê ji binî ve biqedin. Ji lewra wê xwezaya Colemêrgê bimire. Ji ber vê jî wê kes neyê. Ên tên, ji bo xwezayê tên. Ma wê kîjan turîst ji bo xweayeke nebûyî bê?" 

 

Welatîyê Qanadayê Nadîm Rafael Mekkî ku di çarçoveya geşta cîhanê de ji bo xwezaya herêmê hatîye bajêr, anî ziman ku 5 meh in digere û got, xwezaya Colemêrgê hew dibe. Mekkî, destnîşan kir ku wê madenvanî zirareke mezin bide herêmê û got: "Ji bo parastina xweşkîya xwezayê ne hewce ye hûn tiştekî bikin, bes wê rihet berdin û dest nedinê." 

 

Mekkî got: "Asas ev pirsgirêkeke sîyasî ye. Heya hûn sîyasetmedarên xwe neguherînin, wê ev yek dewam bike. An hûn ê sîyasetmedarên xwe biguherînin an jî divê hûn vê biryara ji bo lêgerîna madenê prostesto bikin." 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin