Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

We "midaxele" kir em mudaxil in!

A+A-

Pêvajoya hilbijartinê derxist holê ku refleksên me yên rêxistinî rê li ber siyaseta neteweyî û yêkrêziyê digre.

Pîvanek, istiqrarek tuneye...

Tiştê mirov xemgin dike kurd bi xwe ne li hev in.

Piştî hewldan û têkiliyên germ me rêkî nedit. Ji bo çi me rêkî nedit, ewê dîrok bi şiklekî vê pêvajoyê binivîsîne.

Tiştê ku mirov xemgin dike, rê ditin li alikî em ji rê jî derketin..

Ya xerab rêwîyên ku istiqameta wan wek hev in ji bo berjewendîyên şexsî û grûbî zorê didin hev. 

Trêna wan bi sureteke mezin berê me daye felaketekê.

Dawet daweta xelkê ye, lê em dixwazin serkêşîya govendê bikin.

Sûcdarî û êrîşên li hemberi têkilî/fikrên pêkve xebatê mirov matmayi dihêle.

Heyf e...

Rêxistinên me vê pêvajoyê dubare, sêbare 30,40 sal berê derbaskirin. 

Zilm û zora desthilatdaran bîhna gel cikandîye, hin kes hîn ji li du "ez’’a xwe ne.

Ji çete, diz û mafya re efû tê xwestin, bi hezaran welatparêz, şoreşger di girtigehan de ne. Hamû mafên xwebirêxistinkirinê, azadî ji holê rabûne; bi sedan dezgehên demokratik û şaredarî bê fonksîyon in. Demokrasîya li ser nigekî seqet dimeşîya bûye berate, em li dû "ez ji te bêtir Kurdistanî me" ne.

Siyaset çare afirandine, ne bi hev ketine.

Di çare afirandinênê de divê hedefek we îi hebe. Ji berjewendîyên şexsî û partîtîyê bêtir, divê hûn welatê xwe bifikirin.

Li cem me ji hedefa azadiya welat bêtir em neyartiya hev dikin. Ya xerab em sûç û gunehên xwe davêjin ser dijberên xwe.

Kê "midaxele" kir?

Çend roj berê min daxuyaniya rêzdar Mustafa Karasu xwend. Dibêje: "ji derve midaxaleyek çê bû..."

Mirov naveroka daxuyaniyê dixwîne şaş dibe. 

Kê "midaxele" kir?

Kê rê li ber vê pêvajoyê girt?

Kî ji dîyaloga kurdan û tifaqa Kurdistanî aciz bû?

Her tişt li ber çavên siyasetmedarên sivil pêk hat.. Hêvîyek xurt di nav civata kurdan de çêbû...lê…we "midaxale kir." 

We nehişt siyasetmedarên sivil, li dor prensîbên ax, al û sembolên welat peymaneke îmze bikin.

Di pêvajoya encam stendinê daxuyaniya cenabê te rê li ber rûpeleke nû ya kurd bi kurda de girt.

Xurtbûyina siyasetmedarên sivil û baskên legal, xurtbûyina daxwazîyên neteweyi,al û statu we rehetsiz kir.

We midaxale kir û em mudaxîl man.

Her tişt li holê ye. 

Heyf e.

Dil dixwest hemû partiyên di bernama wan de careserkirina pirsa kurd hebû li hev bikirana, bi xwestek û bi projên muşterek derketina pêşberî Dewleta ku hebûna wan inkar dike. Li hemberî "Tifaqa Cumhur" û "Tifaqa Milet" meydanên hilbijartinan bi ala rêngin bixemilandana.

Midaxalaya we û kurdên di siyaseta 30/40 sal berê de asê mane rê li ber tifaqa Kurdan girt. 

Siyaseta "entegrasyonê" û siyaseta "tûj" nehiştin Miletê Kurd şa bibe.

Ev "midaxele" bu sedem ku wek qedera welatê me em bibin çar alî /perçe.

1.Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan 

2.Hak-Par û çend rewşenbir û siyasetmedarên serbixwe.

3.HDP

4. Huda Par

Mirov kare helwesta her çar aliyan bi vi şikli îzah bike.

HDP: Siyaseta "midaxeleyê" rê li ber însîyatîfa siyasetmedarên sivil yên HDPyê girt. HDPyê dûrî vîn û damara kurdayetîyê li vê meseeylê mêze kir, di bin bandora Çep/Kemalîstan de ma û wek "taktik" nêziki tekiliyên kurd bi kurda re bû. 

Hak-Par: Bi rêbazek "tûj", vaye firsendek derbasi dest min bû û xwest vê pêvajoyê wek hesap pirsinê bi kar bine...

Huda par: Di bin barê bûyerên berê de ma û bi awayeki pragmatik xwest Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan berbi ajanda xwe ve bibe.

Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan: (PAK, PSK, PDK, PDK–T, Hareketa Azadi): Ji tecrubeyên têkoşîna legal ya heta niha hatiye jiyandin dersan derxistin, di mesela îlke û prensîban de israr kirin. Guh nedan rexnên xerakirinê, bi awayekî nûjen di vê meselê de teref bûn.

Bi kurtasi herkes ji aliyên xwe li meselaya hilbijartin û tifaqê mêze kir. Refleksên rêxistinî û egoya "ez û ezê" rê li ber helwestek muşterek girt. Pêknehatina yekrêziya partiyan, kurdperweran êşand. 

Bê guman di siyasetê de ev yeka her dem dibe.

Ya xerab gengeşîyên di nabêna yên perspektiva wan di meseleya ax, al û welat yek bûn.

Çima em hatin vê rewşê?

Ev mij û dûman ji holê rabe emê hîn bi reheti vê meselê bipeyivin.

Roja Serokên Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan û Seroka HDPê derketin pêşberi çapemeniyê, ew dimen û axaftin

gelek kesan rehetsiz kir..

Ev rehetsizî bû sedema "midaxeleyê"

Heqê tu kesî tune ye ku hêyecana kurd bi kurda re bikuje...

Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan( PAK, PSK, PDK, PDK–T, Hareketa Azadî) li gel hemû êrîş û sûcdariyên giran gaveke nûjen avêt.

Ev gava bi ilke û prensib bû.

Piştî demeke dûr û dirêj diyaloga kurd bi kurda re destpêkiribû. Ew sureteka mizginiyê radigihand gelê me.

Nehiştin û "midaxele" kirin

Bi xwe ez dibêjim ev jî tecrubeyeke ku dibê bihata jiyandin.

Kî çi dibê bila bibê di vê hilbijartina Serokatiya Tirkyeyê de kurdên xwedî fikrên nûjen bi qezenc derketin.

Şerdên wan nehatibe qebûlkirin jî wek teref xwe dan qebûlkirin. Qezenca wan a sereke bi navê "Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan " bi navê welatê xwe û bi xwestekên xwe wek terefeêk li ser masê runiştin...

Zor dan rêzdar Mustafa Karasu ku vê daxuyanîyê bide.

Ev runişkandin jî mevziyek e!

Vê carê nebû careka din.

Êdî temsîldarên miletê me di mesela siyaseta xapandin û bertîlên tenê şexsa derdixine pêş xwedi tecrubeyeke mezin in.

Golek wer avêtin ku "yên pir Kurdistani û xwedi fikrên ji bo çend parlementeran teslim bûn" û yên li gor berjewendiya Cepên Tirkan/kemalistan tevgeriyand şaş man.

We midaxale kir em mûdaxilê welatê xwe ne.

Ev mudaxilîya me ewê di tercih û helwesta me ya hilbijartinan de ji ezbera xera bike.

10.06.2018

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar