Li ser Dîwana Hiş û Wijdanê: Berpirsiyariya Mirov û Pîroziya Jiyanê
Li gorî baweriya min (Êzdiyatî ye), di nîgara gerdûnê de ti tişt bêhevsengî û rasthatinî nehatiye afirandin. Xweza, stêrk, ba, agir, ax, av û hemû zîndewer li gorî hêza Xwedê û Milyaketan tevgerê dikin. Di nav vê tevgerê de, ya ku mirov ji hebûnên din cuda dike û barekî giran dixe ser milên wî, gewhera hiş û wijdanî ye. Hiş ne tenê amûreke famkirinê ye; ew pîvana naskirina xêr û şer, ronahî û tarîtiyê ye. Ji ber vê yekê, mirov ne dîlê qederê ye û ne jî qurbana derdorê ye; meriv bixwe berpirsiyarê xêr û şerê xwe ye. Ne ola ku meriv jê re bawer dike, ne rêbazên dogmatîk û ne jî cîhana ku em li ser dijîn dikarin berpirsiyariya kiryarên me ji ser milên me rabikin.
Mixabin, di dîroka mirovahiyê de yek ji reva herî hêsan û xapînok ew e ku mirov gava ji ber nezanî, bêwijdanî, quretî û tundrewiyê dikeve nav xirabiyê, sûcê xwe bi ser cîhanê de dibarîne. Gelek caran tê gotin ku "dinya xapînok e", "dinya zîndan e" an jî "dinya mirov ji rê derdixe". Lê belê, dinya bi xwe qadeke pîroz a afirandineriyê ye; ew mala hevpar a hemû zîndiyan û zemîna azmûna ruhanî ye. Sûcdarkirina cîhanê û felekê, tenê ji ber tişta ku hiş û wijdan daxwaz dike ye. Gava mirov nikaribe bi riya hişê xwe ruhê xwe ji çavnebarî û xirabiyê paqij bike, ew nikare di dîwana pîroz a Xwedê, Milyaketan û civaka mirovahiyê de xwe bêsûc derxîne.
Di felsefeya kevnar a Êzdiyatiyê û di mîrata kûr a çanda pêşiyên me de, ev heqîqeta gerdûnî ne bi teoriyên tevlihev, belê bi metafaorek gelekî zelal û resen hatiye neqşkirin:
"Mîh bi qîtên xwe û bizin bi qîtikên xwe tê dalqandin."
Ev gotina pêşiyan ku ji cewherê jiyana rojane hatiye hildan, nîşana herî ronî ya berpirsiyariya ferdî ye. Ew tîne bîra me ku qeder an encama dawî ya her mirovî, ne bi baweriya ku ew bi devkî dibêje, ne bi navê ol û mezhebê ku hildigire, belê bi kirdar, pîroziya dil û awayê bikaranîna hişê wî ve girêdayî ye. Di pîvana heqîqeta gerdûnî de, her ferd tenê bi barê ku bi destên xwe berhev kiriye tê pîvandin.
Li gorî nasîn, zanîn û ew hişê ku Xwedê daye min, mirovê ku xwe gihandibe hişyariya hiş û wijdanî xwedî van nirxên bingehîn e:
- Rêzgirtina beramberî xwezayê: Dizanibe ku Xweza, stêrk, ba, agir, ax, av û hemû hebûnên li ser vê dinyayê nîmet û xêra Xwedê û Milyaketan ne. Zirardana li xwezayê û zîndiyan, rasterast bêrêzî ye beramberî hêza Xwedê û Milyaketan e. Xwedê û Milyaketan xêr û şerên te di nav hişê te de bicîh kirine; tu bi kiryara baş û ya ne baş bizanibe da ku temenê te di nav rihê te de dirêj be.
- Xwedîderketina li kirdaran: Sûcê nezanî û şaşiyên xwe naxe stûyê "dinyayê" an jî hêzên nedîtî; ji ber ku dizane hiş ji bo naskirina başî û xirabiyê wekî çirayekî di dil û mejiyê wî de hatî danîn.
- Dûrketina ji tundrewiyê: Fêm dike ku tu ol, felsefe an bîrdozî nikare tundrewî û bêwijdanîya beramberî mirov û xwezayê rewa bike.
- Hiş û Îrade: Mirov bi xwe berpirsiyar e: Xwedê hiş û fehm daye mirov ku fêm bike ka çi xêr e û çi şer e. Gava mirov şaşiyan dike, an pey xwestekên xerab dikeve, ew nikare gunehê xwe biavêje stûyê "dinyayê", "qederê" an yê din. Mirov bi hişê xwe berpirsiyarê hemû kiryarên xwe ye.
Di encamê de, paqijiya ruhî û gihiştina mertebeya mirovbûnê ne bi nifirxwarina li dinyayê û bazdana ji jiyanê ye; belê bi parastina hevsengiya xwezayê, qedrgirtina li azadiya hebûnê û hilgirtina berpirsiyariya her gavekê ye ku mirov di vê rêwîtiya kurt de diavêje.
Kemal Tolan, nivîskar, lêkolînerê çande û kevneşopên Êzdîtiyê



YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin