Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Divê tifaqa Kurdistanî çi bike?

A+A-

Weke em hemî pê dizanin ku ji bona hilbijartinên serokkomarî û yên parlemenê hin partiyên me yên bakurê kurdistanê hatin ba hev û binavê tifaqa Kurdistanî ji bona hevkarî û bi hevre karkirina di hilbijartina  24 mehe hazîrana 2018an, biryar girtibûn.

Gelek gengeşî û munaqeşe li ser wê hatin kirin. Di destpêka her karekî de kêmanî û şaşiyên dibin normal e. Ya girîng di nava kar û xebatê de şaşiyên xwe dîtin û telafîkirina wan e. Loma ez dibêjim;  êdî ew merhele derbas bûye. Piştre vê bloqê bi daxuyaniyekê biryara bloq belav nebe û bi hevre heta hilbijartina şaredariyan ya li bakurê kurdistanê û li tirkiyê, dan. Li gor min ev biryareke de cih de ye. Girîng û pêwîst e. Lê..

 

Min xwest di divê nivîsa xwe de li ser vê hinekî rawestim û bidim zanîn ku divê ev bloq ji niha û pêde çawa kar û xebatên ji bona azadî û serbestiya gelê xwe bike.

 

Berî her tiştî dixwazim diyar bikim, navê bloqê navekî teng û ji bona karekî bi tenê tê bi karanîn û damezrandin.  Ji ber vê ye ez dibêjim; pêwîst e ku êdî ev partiyên me yên ev bloq damerzrandinên xwe hinek firehtir bikin û bibin muxalefeta kurdên bakurê kurdistanê, bibin alîkarê brayên xwe yên perçên din jî.

 

Ji ber vê ez dibêjim; Girîng e êdî van rêxistinên me xwe ji vî kar û navê teng xilas bikin. Bi civînekê xwe êdî weke eniya kurdistanî ragihînin wê him baştir him jî bi manedartir be. Yanî bi vê yekê êdî ewên ji bona hemî kêşe, derd û êşa gelê xwe bi hevre tevbigerin. Munaqeşe û gengeşiyên li ser wan jî dê êdî rabe.

 

Di avakirina eniyeke weha de wê mirovên me, rêxistinên din, şexs û navdarên me jî êdî xwe li vê eniyê bigirin da ku bikevin nav û karê xwe bikin.

 

Niha divê ev bloq çi bike?

 

Zûtirîn demê civînekê li da bixin û bangî hemî rêxistinên ne di nav blocqê de û hemî şexsiyetên kurd bikin û li gor vê destûr û bernameyekê pêk bînin û xwe weke eniya Kurdistanê ragihînin.

 

Piştî ragihandina vê eniyê divê komîta rêvebir û serokekî wê jî bê hilbijartin. Pêwîst e serok xwediyê desthilatiyeke berfireh be da ku bikaribe karê xwe bi rehetî bike. Serokê vê eniyê dikare ji şexsiyetekî ne endamê tu partiyan be jî û dikare endam jî be.

 

Heta kurd nebin xwedî serokekî ku bikaribe tevgerê li hev ragire, di qada navneteweyî de  ne xwedî desthilat be ev îş nabe. Her weha serok li gel cigirên xwe dest bi karê xwe bikin.

 

Sedema wendakirina kurdan ji roja perçebûna kurdistanê û heta niha ne bi hevrebûna wan e. Ji ber tunabûna eniyeke neteweyî  û ji ber tunebûna serokekî li ser navê wan qise bike ye.

 

Divê êdî hemî kurd û rêxistinên kurd û kurdistanî vê yekê baş fêr bibin ku heta serokekî  li ser navê kurdan bikaribe biaxife, heta serokekî hemî  kurdên bakur temsîl bike dernekeve, mesele çareserkirina problemên bakurê kurdistanê jî hal nabe.

Madem van partiyên me bloqek ava kirine, ev destpêk bû. Lê divê êdî xwe fireh bikin, karê xwe zêde bikin, çalakiyên xwe bêtir bikin. Bi gavavêtineke weha êdî wê li bakurê kurdistanê gavên neteweyî, girseyî, bi hevre li ser navê kurdan bê avêtin.

Derd û êşa me kurdên bakurê kurdistanê ji ber tunebûna temsîleke li ser navê gel e. Çi demê temsîlek weha ava bibe, hûn bawer bikin wê nêviyê prlobelmen bakurê Kurdistanê him li welêt û him jî wê di qada navneteweyî de bêne çareserkirin.

 

Pêşniyarên min:

 

Zûtirîn demê divê wan parityên me yên bloqa kurdî avakirine, ji bona civîneke berfireh dest bi amadekariyan bikin.

Ji niha de bangî hemî rêxistinan, kes û şexsiyetên kurdan bikin da ku di vê civînê de amade bibin.

 

Ji bona xurtbûna civînê pêwîst e van rêxistinên me destûr û bernameyekê li gel rojevê amade bike û berî civînê belav bikin da ku kes û rêxistinên başdarî civîn bibin bi hazirî bin. Kêmaniyan temam bikin, şaşiyan rakin.

 

Piştî civînê an kongrê divê komîteya rêvebir hilbijêrin. Serokekî vê eniyê destnîşan bikin. Li gel komîteya rêvebir, kesên çalak û pir zimanan dizanin weke komîteya têkiliyên bi dewletên ewropa re jî bê hilbijartin.

 

Heta bi serperiştiya komîteya rêvebir çend komîteyên din jî bêne amadekirin. Ev eniya kurdistanî ku bê damezrandin, divê ne weke partî an rêxistin, divê ev weke dewlet kar bike.

 

Ne şert e ku serokê vê eniyê endamê partiyekê be. Şexsiyetekî navda, zana, jêhat û bi gelek ziman bizanibe jî, dikare bê hilbijartin. Heger tiştekî weha nebe jî li gor min hemî serokên partiyên me dikarin karekî weha bikin, lê li gor min ê herî maqûl ku bibe serokê eniyeke weha brêz Mustefa Ozcelike e.

 

Ji ber çend noxteyan min navê wî da. Ew bi temenê xwe ji hemî serokên heyî biçûktir e. Ew tê wê maneyê dikare di pratîkê de ji wan bêtir bazde. Lê bi qasî deryayekî zane û têgihiştî ye. Ew dikare di nava hemî rêxistinan de blansekê pêk bîne. Ji ber ku wî heta niha çend rêxistin belav nekirîye û tê hezkirin.

 

Eniyeke Kurdistanê bi serokatiya brêz Mustefa Ozcelîk û bi alîkariya hemî kesên di nav eniyê de cihê xwe girtine, wê kar baştir bimeşe. Temsîleke kurdan ya fermê çê dibe.Êdî ev temsîl dê li ser navê kurdan biaxife, xebatê bike, danûstendinan bike.

 

Divê Kurd vê gotinê tu caran ji bîr nekin û her di bîra wan de be...

"Ingilizan jî dixwestin dewleteke kurdî ava bibe. Ji ber vê jî me hevdîtin li gel grûbên kurdan kir, lê ji destpêkê de me fêm kir ku ev îş nare serî. Hemî grûb bi hev ketibûn. Ji bona serokatiya dewletê me kesek peyde nekir! Em li ser navê kê disekînin yên din hema li dij derdiketin.

Önceki ve Sonraki Yazılar