
Hêzên Îranê li Kirmaşanê Kurdekî Yarsan kuşt
.
Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku Pûrya Nadirî yê 29 salî li Kirmaşanê bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hatiye kuştin.
Bûyer roja pêncşemê li taxa Deredrêjê ya Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê rû da.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, navê wî welatiyê Kurd Pûrya Nadirî ye û 29 salî ye.
Pûrya Nadirî bi guleyên rasterast ên Hêzên Îtlaatê yên Îranê hatiye kuştin.
Li gorî agahiyan, Pûrya Nadirî û endamên Hêzên Îtlaatê gule li hev reşandine.
Di encamê de ji bilî kuştina Pûrya Nadirî, 2 endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûne.
Heta niha sedema pevçûnê nayê zanîn.
Her wiha aliyên pêwendîdar jî li ser kuştina Pûrya Nadirî ti agahî belav nekirine.
2 birayên Yarsan jî hatibûn kuştin
Kuştina wî welatiyê Kurd di demekê de ye ku 28ê Gulanê jî 2 birayên Kurd ên Yarsan ên bi navên Meysam û Mucteba Weysî bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê li Kirmaşanê hatibûn kuştin.
Meysam û Mucteba wekî werzişvan, çalakvanên sivîl û damezirînerên pirtûkxaneya Kurdî ya li Kirmaşanê dihatin naskirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin