Waniyan bertek nîşanî qedexekirina walîtîyê da!

Waniyan bertek nîşanî qedexekirina walîtîyê da!

“Ev qedexe bi temamî, girêdayî zimanê Kurdiye û parçeyekê înkarkirina çanda me ye.

A+A-

Waniyan bertek nîşanî qedexekirina konsera hunermendê Kurd Mem Ararat dan û gotin: “Ev qedexe bi temamî, girêdayî zimanê Kurdiye û parçeyekê înkarkirina çanda me ye. Her çiqasî astengî û qexede hebin jî, em ê dîsa dest ji çand û zimanê xwe bernedin.”


Cîgirê Waliyê Wanê Faruk Bulent Bayguven, destûr neda ku Hunermendê Kurd Mem Ararat li Wanê konserê bide. Ji bo Hunermend Mem Ararat di 31’ê Tîrmehê de li Salona Dawetê ya Villa Parkê konser bide, bi 9’ê Tîrmehê serî li Walîtiyê hatibû dayîn. Lê Cîgirê Walî Faruk Bulent Bayguven, bi hinceta ewlehiyê ku li qadên derve civîn, meş û daxuyanî hatine qedexekirin destûr neda ku Mem Ararat konser bide. Walîtiyê diyar kir ku ji ber ji 27’ê Tîrmehê ve heta 15 rojan li nava Wan û sînorê Wanê çalakî hatine qedexekirin daxwaza konserê guncav nehatiye dîtin. Ev yek bû sedama bertekên welatiyan. Waniyan, diyar kirin ku qedexeya  walîtiyê, bi temamî li dijî çanda gelê Kurde.

Mehmet Tekîn, pirsa çima walîtî konserek wiha çandî qedexe dike kir û got: “Ev qedexe kirin bi temamî li dijî mantiqane. Ec nêzîkatiyek cuda kare. Dibe  ku hunermendek biyanî jî were vir û bi awayekê azad stranên xwe bêje. Tu mafê walîtiyê nîne ku qedexe bike. Hûner nayê asteng kirin.”

LI ROJAVA SERBEST, LI HERÊMA ME QEDEXEYE

Vîyan Arkol jî, anî ziman ku bi taybetî şahiyên wisa li bajarên Kurdan tên qedexekirin û wiha axivî: “Pêngavên ji bo pêşxistina çanda Kurd tim tên qedexekirin. Betalkirina konserê bêmafiyek mezine. Dema em li rojava mêze dikin, li her cihê konser, mîhrîcan û rojên şahiyan hene û serbestin. Bi taybetî li bajarên Kurdan û herêma me çalakiyên wiha tim tên astengkirin û qedexe kirin. Her tişt li rojava serbest, her tişt li herêmê qedexeye. Ez baş dizanim ku, ger hunermendek Tirk bihata, dê konsera wê/wî nehata asteng kirin.”

‘EV PARÇEYEKÊ ÎNKARÊ YE’

Vedat Kiliç jî, dest nîşan kir ku ev qedexe li dijî çanda gelê  Kurde û wiha bilêv kir: “Ji ber ku Hûnermend Mem Ararat bi Kurdî stranan dibêje, konsera wî qedexe kirin. Mijar bi temamî Kurdiye. Ger bi Kurdî nebûya, dê konser nehat qedexe kirin. Ev parçeyekê înkarkirina çanda me ye.”

‘EM Ê XWEDÎ HÛNERMENDÊN KURD DERKEVIN’

Lezgîn Orûç jî, berteka xwe ya li dijî qedexe kirina konserê wiha anî ziman: “Li hemberî bûyer wiha êdî em şaşwaz nabin. Ji ber ku naxwazin Kurd şahiyan li dar bixin. Dema şahê tên lidardixin jî, bi her awayî astengiyan derdixin. Çawan ku hemû kes stranên dixwazin guhdar dikin, em jî stranên xwe yên Kurdî wisan guhdar dikin. Ji ber ku mirov bi Kurdî diaxavin, tên girtin û wan dişînin girtîgehan. Em niha di pêvajoyek wiha de dijîn. Êdî wisan bûye, di pirtûkan de jî Kurdî sansur dikin. Lê ew çiqasê asteng  û qedexe bikin, emê ewqasê xwedî çand û zimanê xwe derkevin. Em ê tu carî dest ji çand û zimanê xwe bernedin. Emê xwedî hunera xwe ya Kurdî derkevin. Bêguman ev astengî, dê ebedî nebin.”
/MA/


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin