Urmiyê: 26 kes di rojekê de bi Coronayê mirin

Urmiyê: 26 kes di rojekê de bi Coronayê mirin

Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê rekoreke nû di mirina bi vîrusa Coronayê de hat tomarkirin û di 24 demjimêrên bihorî de, 26 welatiyên din bi COVID-19 jiyana xwe ji dest dan.

A+A-

Komîteya Rûbirûbûna Coronayê li parêzgeha Urmiyê ragihand, bi kirina 26 kesên din ji nexweşên Coronayê, hejmara kesên ku heta niha li parêzgehê bi vê vîrusê jiyana xwe ji dest dane, gihîşte 1310 kesan.

Ji 26 kesên ku di 24 demjimêrên bihorî de canê xwe ji dest dane, 15 kes tenê li navenda bajarê Urmiyê bûne.

Heta niha li bajarê Urmiyê 376 kes, li Kela Xwê (Xoy) 191 kes, li Mihabadê 145, Bokan 121, Miyanduav 130, Selmas 64, Pîranşar 39, Tîkab 41, Nexede 46, Şahîn Kela 52, Serdeşt 33, Şino 15, Çaypare 11, Şot 10, Çaldiran 13, Mako 17 û Poldeştê 6 kesan bi COVID-19 jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha di 24 demjimêrên bihorî de 1129 kes li nexweşxaneyên taybet bi Coronayê li tevahiya parêzgehê hatine razandin, ku 485 kes ji wan hatiye piştraskirin ku tûşî Coronayê bûne û 644 kes jî guman li ser wan heye ku bi vîrusê ketibin û nîşaneyên nexweşiyên bi wan re hene.

Komîteya Rûbirûbûna Coronayê li Urmiyê daye xuyakirin, ku rewşa tendirustiya 277 pêketiyên Coronayê li wê parêzgehê xerab e û di beşên çavdêriya hûr a nexweşxaneyan de ne.

Serokê Zanîngeha Pizişkî ya Urmiyê, Cewad Aqazade jî ragihand, ku ji %100 textên nexweşxaneyên taybet bi Coronayê yên bajarê Urmiyê tijî bûne û cih bo wergirtina nexweşxan nemaye.

Li parêzgeha Sine jî 8 tûşbûyên Coronayê jiyana xwe ji dest dan û 216 welatiyên din jî bi vê vîrusê ketin.

Herwiha 7 kesên din jî li sînorê parêzgeha Kirmaşanê jiyana xwe ji dest dan û hejmara miriyên Corona li wê parêzgehê gihîşte 597 kesan.

Li parêzgeha Îlamê di 24 demjimêrên derbasbûyî de jî 4 tûşbûyên din ên Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber zêdebûna hejmara pêketin û herwiha mirina bi sedema Coronayê, ji duh Pêncşemê qedexeya çûn û hatinê li bajarê Urmiyê hate cîbcîkirin û rê ji bo geştyarên derveyî wê parêzgehê nehate dayîn ku biçin Urmiyê.

Xelkê Urmyê ji Rûdawê re gotin, ku ew pêşwaziyê li biryara qedexeyê dikin û eger rêkar neyên cîbicîkirin, dê rewş xerabtir bibe, û ew ê kar û kasibiya xwe ji dest bidin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin