Ûrartûyan li Kelha Ayanîsê boyaxa sentetîk bi kar aniye

Ûrartûyan li Kelha Ayanîsê boyaxa sentetîk bi kar aniye

Li Kelha Ayanisê di encama lêkolînan de hatiye dîtin ku Ûrartûyan boyaxa sentetîk bi kar aniye.

A+A-

Li Kelha Ayanisê di encama lêkolînan de hatiye dîtin ku Ûrartûyan boyaxa sentetîk bi kar aniye.

Li Kelha Ayanisê ya ku bi destê Rûsayê 2yem, Mîrê Ûrartûyan hatiye çêkirin, mînakên boyaxa sentetîk hatiye dîtin.

Kelha Ayanîsê li ser girekî hatiye çêkirin ku Gola Wanê ji wir xuya dike. Ev keleh yek ji wan kelehên herî mezin e ku Mîrektiya Ûrartûyan çê kiriye. Nexş û dîwarên wê yên bi kerpîç heta roja îro mane.

Li ser vê kelehê 30 sal in ku xebatên restorasyonê berdewam dike.

Di encama van xebatan de hatiye tespîtkirin ku 2 hezar û 700 sal beriya niha, li ser dîwarên kelhê boyaxa sentetîk hatiye bikaranîn. 

"Dibe ku ji Gola Wanê îlham sitandibin"

Prof. Dr. Mehmet İşikli, Endamê Hîndekariyê yê Beşa Arkeolojiyê yê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Ataturkê serokatiya xebatên kolandinê û restorasyonê dike.

Prof. Dr. Işikli gotiye ku Ûrartûyan ji Gola Wanê îlham girtine wiha axiviye:

"Me tesbît kir ku dîwarên salonê bi rengê şîn hatiye boyax kirin. Ev boyax ji bo dîroka arkeolojiyê girîng e. Me analîz kir. Em dizanin ku berê jî mirovan boyax çêkiriye. Berê bêhtir bi keviran yan jî ji kokên boyaxan dihat çêkirin. Tişta em li vir dîbinin cuda ye. Li vir boyaxa sentetîk hatiye bikaranîn. Yanî bi têkvedan madeyên kîmyayî hatiye çêkirin. Ji ber vê ev tiştekî gelekî taybet e. Ev boyax li Anadoluyê cara ewil li vir hatiye bikaranîn. 2 hezar û 700 sal berê bi destê Ûrartûyan hatiye çêkirin. Li dinyayê mînakên vê boyaxê li Misrê hatibû dîtin. Ji ber ku pêşiyê li Misrê derketye holê navê wê danîbûn "şîna Misrê." Ev cureboyax îro di xaniyên nûjen da tê dîtin."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin