
Lavrov: Mafê Îranê yê meyandina ûranyûmê heye
.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di demeke ku zextên aborî û leşkerî yên Amerîkayê ya li ser Îranê berdewam dikin de piştgiriya welatê xwe ji bo bernameya navokî ya Tehranê nîşan da.
Lavrov gotk ku Îran, mîna hemû endamên din ên Peymana Rêgirtina li Belavbûna Çekên Navokî (NPT), ji bo armancên aştiyane xwediyê mafê tam û rewa ye ku ûranyûmê bimeyîne.
Helwesta Rûsyayê ya li ser danûstandinên Washington-Tehranê
Sergey Lavrov di berdewamê de bal kişand ser trafîka dîplomatîk a ku vê dawiyê di ser Pakistanê re dimeşe û diyar kir ku Rûsya dê rasterast destwerdanê di navbera proseyên danûstandinan ên navbera Amerîka û Îranê de neke.
Lavrov tekez kir ku wekî dewlet, aliyê ku di maseyê de li ser lihevhatinê rûne çi bibe, ew ê biryar û encamên ku aliyên peymanê li ser lihev dikin û qebûl dikin biparêzin û piştgirîyê bidinê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin