Rapora Amnesty ya 2025an: Ji sedî 80yê îdaman li Îranê ne

Rapora Amnesty ya 2025an: Ji sedî 80yê îdaman li Îranê ne

.

A+A-

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) rapora xwe ya salane ya bi navê “Cezayên Îdamê û Înfazên 2025’an” belav kir û hişyariyeke tund da cîhanê. 

Li gorî daneyên raporê, di sala 2025an de li 17 welatan bi giştî herî kêm 2 hezar û 707 kes hatine îdamkirin; ev hejmar wekî rêjeya herî bilind a 44 salên dawî (ji sala 1981an û vir ve ku wê demê 3 hezar û 191 înfaz hatibûn tomarkirin) derbasî dîrokê bû. 

Rêxistinê destnîşan kir ku ev zêdebûna tirsnak û giran ne ji ber belavbûna gerdûnî, lê belê rasterast encama polîtîkayên zordar ên destekî kêm ji hikûmetan e ku dixwazin welatên xwe bi tirs û xofê bi rê ve bibin.

Îran di lîsteya îdamê de di rêza yekem de ye

Raporê ronahî xiste ser welatê ku herî zêde ev ceza tê de hatiye bicihanîn û eşkere kir ku pişka şêr a vê zêdebûnê dikeve ser milê Îranê. 

Li Îranê hejmara înfazan ku di sala 2024an de herî kêm 972 bû, di sala 2025an de du qat zêdetir bûye û gihîştiye herî kêm 2 hezar û 159 kesan. 

Ev statîstîk nîşan dide ku tenê li Îranê ji sedî 80yê hemû înfazan hatine tomarkirin.  Ev rekora îdaman rewşa mafên mirovan a li Îranê dixe bin guman û fikarên pir kûr ên navneteweyî.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin