Trump: Dibe ku vaksîna Koronayê heta sê çar hefteyan amade be

Trump: Dibe ku vaksîna Koronayê heta sê çar hefteyan amade be

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku dibe ku vaksîna vîrusa Koronayê heta 3-4 hefteyan amade û ew wê berî hilbijartinên seroktîyê yên 3yê Mijdarê belav bikin.

A+A-

Trump di civîneke li Philadelphia de, ku kanala ABC NEWS birêve dibir, îdia kir ku ger rêvebirîya berê hebûya ewê çêkirina vaksîna vîrusa Korona bi salan biajota.

Herwiha Trump got: ‘’Çend hefte mane ku em vaksîna vîrusa Koronayê bibînin. 3 yan 4 hefte’’

Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci di rojên borî de ji CNNê re gotibû ku jimareyeke pisporên saxlemîyê bawer dikin ku vaksîna vîrusa Koronayê di Mijdarê de yan di Berfanbarê de amade be.

Herwiha Fauci gotibû: ‘’Dibe ku hin kes bifikirin ku perpûna vîrusa korona di Mijdarê de hazir be, lê ez wê pir pêkan nabînim. “

Serok Trump di axaftina xwe de berevanîya Amerîkîyên naxwazin maskan bidin ber rûyên xwe kir û dîyar kir ku pisporên wek Fauci di vê mijarê de fikrên xwe guherandine.

Trump jiber mîtîngên hilbijartinê yên li Nevada û hin eyaletên din tê rexne kirin.Fauci ser wan mîtîngan dibêje ku ‘’bêguman bi rîsk in.’’

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin li Amerîka pirtir ji 6,6 mîlyon kes bi vîrusa Koronayê ketine û 1995,942 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin