Civîna Îran û welatên Kendavê ya li ser Tengava Hurmizê hat bipaşxistin

Civîna Îran û welatên Kendavê ya li ser Tengava Hurmizê hat bipaşxistin

.

A+A-

Umanê ragihand ku civîna ku dê duşemê di navbera Îran û welatên Kendavê de li ser Tengava Hurmizê bê lidarxistin, hat bipaşxistin.

Wezîrê Karên Derve yê Umanê Bedir Bûseîdî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got:

"Ji bo gihîştina lihevkirinekê, ew civîna herêmî ya ku dê sibê li bajarê Salalayê bê lidarxistin hat paşxistin.

Em pabendî bipêşxistina diyalogeke wisa ne ku piştgiriyê dide aramî û hevkariya berdewam a li herêma me."

Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Umanê jî ragihand ku biryar hatiye dayîn ku ev civîna herêmî ji bo demeke din bê bipaşxistin da ku derfet ji bo diyalogeke avaker bê çêkirin.

Trump: Ji bo min ne girîng e

Serokê Amerîkayê Donald Trump yekşemê daxuyandibû, ji bo wî "ne girîng e" bê ka Îran û welatên Kendavê dê bicivin an na.

Trump di serdana xwe ya li Îrlandayê de, dema ku rojnamegeran pirsa civîna plankirî ya li Umanê jê kir, got:

"Ji bo min ne girîng e. Ew meseleya wan bi xwe ye."

Mebesta civînê hevkariya ewlehiyê bû

Medyaya fermî ya Îranê ragihandibû ku armanca civînê "xurtkirina hevkariya ewlehiyê" ya li Rojhilata Navîn e.

Nîqaşên li ser van dan û standinan di demekê de ne ku Îran û Amerîka li ser Tengava Hurmizê di nav nakokiyeke tund de ne.

Tengava Hurmizê ji bo bazirganiya cîhanî ya petrol û gazê xwedî pêgeheke sereke ye.

Beriya ku civîn bê bipaşxistin, Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îranê (IRNA) yekşemê ragihand ku ev civîn "dê bibe pêngava ewil a ji bo danîna çarçoveyeke herêmî ya hevkariya ewlehiyê" ya li Kendavê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî jî di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev civîn dê bibe hîmê ji bo misogerkirina aramî û ewlehiyê.

Rewşa Tengava Hurmizê piştî şer

Îran ji 28ê Sibata borî ve, piştî ku Rêberê Bilind ê wî welatî di êrişên Amerîka û Îsraîlê de hat kuştin, di nava şerekî dijwar de ye.

Tehranê bi zincîre êrişên li seranserê herêmê û girtina Tengava Hurmizê bersiv da.

Beriya vî şerî, ji pêncan yekê hemû petrola cîhanê di ser vê tengavê re derbas dibû.

Tehran hewl dide serwerî û kontrola xwe ya li ser vê rêya avî fermî bike û di nav de îhtimala sepandina bacê li ser çûn û hatina keştiyan jî heye.

Her wiha Tehran di nav dan û standinên ligel Mesqetê de ye, ji ber ku beşek ji Tengava Hurmizê dikeve nav avên herêmî yên Umanê.

Beriya derketina şer, Tengava Hurmizê ji aliyê hemû keştiyên bazirganiyê yên cîhanê ve bi awayekî azad û bêpere dihat bikaranîn.

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin