Partiyên Kurd ên li Fransayê: Em li Rojava li hemberî sûc û êrîşan bêdeng namînin

Partiyên Kurd ên li Fransayê: Em li Rojava li hemberî sûc û êrîşan bêdeng namînin

Kürtlerin “Serhat” dediği Doğu Anadolu’daki Van; göl manzaralı kalesi, Muradiye Şelalesi, renkli gözlü kedileri ve ünlü Akdamar Adası’yla popülerliğini her yıl artırıyor.

A+A-

Komîteya Hevkariyê ya Partiyên Siyasî yên Kurd li Fransayê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihand ku ew bûyerên dawî yên li Rojava bi hêrs û fikar dişopînin, kuştina Sîpan Hiznî û mirina girtiyan a di şewata Girtîgeha Kobanê de bi tundî şermezar dikin.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partiya Demokrat a Kurdistanê - Rojhilat (PDK-Î), Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Sosyalîstên Kurdistanê (PSK), Partiya Yekîtî ya Demokrat ya Kurd li Sûriya (PYDKS), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Partî Dîmoqratî Pêşverû Kurdî li Sûriya (P.D.P.K.S) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK Bakur) ve hat îmzekirin.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Serê gelê me yê Rojava û Kurdistanê sax be!

Em bûyerên dawî yên li Rojava bi hêrs û fikar dişopînin. Em kuştina Sîpan Hiznî û mirina girtiyan di şewata Girtîgeha Kobanê de bi tundî şermezar dikin.

Ya ku îro li Rojava diqewime careke din rastiyekê nîşanî me dide: heta ku gelê Kurd li Rojava xwe negihîne statûyek siyasî û qanûnî ya domdar û ewle, dê gelê me her dem tûşî êrîşan bibe.

Destkeftiyên ku gelê Kurd li Rojava bi xwîn û keda xwe bi dest xistiye, divê bi statûyek siyasî û qanûnî ya mayînde bêne parastin û ewle kirin. Êdî nayê qebûlkirin ku maf û îradeya gelê Kurd li tu parçeyekî Kurdistanê bêne înkarkirin.

Em daxwaz dikin ku kuştina Sîpan Hiznî û bûyera Girtîgeha Kobanê bi awayekî zelal bêne lêkolînkirin û berpirsên wan bên diyarkirin.

Pêdivî ye pêşeroja Rojava li ser bingeha îradeya gelê Kurd û mafê wî yê azadiyê bê garantîkirin."

whatsapp-image-2026-09-14-at-12-00-45.jpeg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin