
PDK-Bakurê dozvekirina li dijî 11 endamên PWKê şermezar kir
.
Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) bi daxuyaniyeke nivîskî piştgiriya xwe bo xebata rewa û aştiyane ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) diyar kir û dozvekirina li dijî rêvebir û endamên wê şermezar kir.
Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) di daxuyaniya xwe de da zanîn:
"Rastiyek heye ku her netewe bi ala xwe tê naskirin. Ala Kurdistanê nasname, rûmet û sembola herî pîroz a gelê Kurd e. Bo wê çendê ye ku roja 17ê Kanûnê wekî 'Roja Ala Kurdistanê' li her çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyê cîhanê ji aliyê Kurdan ve bi dildarî û serbilindî tê pîrozkirin. Bêgûman ev roja pîroz di dîroka Kurdistanê de xwedî giraniyekî mezin e.
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê, roja 17.12.2025ê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, bi daxuyaniyeke bo çapemenîyê çalakiyeke rewa û aştiyane pêk anîbû. Lêbelê, Dozgerîya Cumhûriyetê ya Qoserê, bi mebesta vê çalakiyê, derbarê 11 rêvebir, endam û dostên PWKê de doz vekir û roja 15.09.2026ê de li Dadgeha Qoserê ew 11 meriv dê bêne darizandin.
Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) çalakiya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) rewa û aştiyane pênase dike û dozvekirina li dijî 11 endam û dostên PWKê şermezar dike."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin