Trump aşkere kir: Welatekî din ê Erebî li gel Îsraîlê rêkeftinê îmze dike

Trump aşkere kir: Welatekî din ê Erebî li gel Îsraîlê rêkeftinê îmze dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ku Behreyn û Îsraîlê li ser rêkeftina aştiyê razî bûn û bi vê yekê jî, Behreyn dibe dûyem welatê Erebî ku di mehekê de li gel Îsraîlê rêkeftina aştiyê rabigihîne.

A+A-

 

Li gor daxuyaniya hevbeş ya Amerîka, Behreyn û Îsraîlê; Serokê Amerîkayê Donald Trump, Şahê Behreynê Şah Hemed Bin Îssa Bin Selman Al Xelîfe û Binyamîn Netanyaho danûstandin kirin.

Li gor daxuyaniya hevbeş, di encama wan danûstandinan de alî li ser destpêkirina pêwendiyên dîplomasî di navbera Îsraîl û Behreyinê razî bûne û  ev wek pêşveçûneke dîrokî ji bo pêşxistina aştiya li Rojhilata Navîn hatiye binavkirin.

Di daxuyaniyê de herweha amaje bi wê yekê hatiye kirin, her sê alî wê li ser alîkarîkirina xelkê Filistînê û dîtina çareserekê ji bo pirsgirêkan berdewam dibe.

Li gor daxuyaniyê, wê Behreyn 15ê meha Îlonê li Koşka Spî ji bo beşdarîkirina di merasîma îmzekirina rêkeftina aştiyê di navbera Îsraîl û Îmarat de beşdar bibe û her di heman rojê de, rêkeftina navbera Behreyn û Îsraîlê dê bê îmzekirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin