Tirkiye- Ji ber Koronayê 57 kesan canê xwe ji dest dan

Tirkiye- Ji ber Koronayê 57 kesan canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 57 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 730 kesan.

A+A-

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 7ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1703 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 281 hezar û 509 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1047 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 252 hezar û 152 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Rojane herî zêde nexweşên me li Enqerê hene. Li seranserê Tirkiyê di nava hefteya dawî de bajarên me yên ku rêjeya zatureyê zêde bûye, tine ye. Hejmara nexweşên giran hê jî zêde dibe. Eger em bi hev re pabendî tedbîran bibin, ya ku têk biçe vîrûs e.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin