Tirkiyê 3 gundên devera Şêrawa ya Efrînê topbaran kir

Tirkiyê 3 gundên devera Şêrawa ya Efrînê topbaran kir

Hêzên artêşa Tirkiyê 3 gund li devera Şêrawa ser bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

A+A-

Li gor çavkaniyên xwecihî, hêzên artêşa Tirkiyê şeva bihorî bi çekên giran derdora hersê gundê Malikiyê, Şiwarxe û Merhinaz topbaran kirine.

Li gor heman çavkaniyên grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê jî heman navçe topbaran kirine.

Hersê gundên navborî yên ku rastî topbaranê hatine li ser hêla rûbirûbûnê ya di navbera grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê û hêzên rizgarkirina Efrînê ne.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Krudistanê ji 18ê Adara 2018 ve û piştî êrîşekê ku 58 rojan dom kir, di kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ku Enqere piştevaniya wan dike, ye.

Ji herêma Efrînê tenê 12 gundên nahiyeyên Şêrawa û Şera di destê hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser de mane û niha ji aliyê rêveberiya li Kantona Şehbayê ya tên birêvebirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin