
Geoffrey Pyatt: Sektora enerjiyê di navenda pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de ye
.
Geoffrey Pyatt, di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de ragihand ku hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî di mijara serbixwebûna enerjiyê de bipêşketineke rasteqîn bi dest xistiye.
Cîgirê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê Kar û Barên Çavkaniyên Enerjiyê Geoffrey Pyatt diyar kir ku Îraqê şiyaye şirketên zilhêz ên Amerîkayê yên wekî Chevron û Exxon Mobilê bikişîne.
Geoffrey Pyatt hişyarî da hikûmeta paşerojê ya Îraqê û destnîşan kir ku dem ne di berjewendiya wan de ye.
Wî her wiha ragihand ku rawestandina beşeke mezin a hilberîna petrolê, metirsiyeke darayî ya rasteqîn çêdike.
Geoffrey Pyatt tekez kir ku kêmkirina serdestiya enerjiyê ya Îranê, armanceke neguher a siyaseta Washingtonê ye.
Li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî Pyatt eşkere kir ku sektora enerjiyê di navenda wan pêwendiyan de ye û bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê xwedî sermayeyeke mirovî ya xurt û çavkaniyên dewlemend ên petrol û gazê ye.
Boriya petrolê ya Kurdistanê û Tengava Hurmizê
Berpirsê berê yê Amerîkayê da zanîn ku boriya petrolê ya Kurdistanê ya ber bi Tirkiyeyê ve, ji bo "pirrengkirina" rêyên veguhastina enerjiyê gelekî girîng e, bi taybetî di dema çêbûna metirsiyan a li ser Tengava Hurmizê de.
Pyatt her wiha pesnê hewlên Herêma Kurdistanê yên ji bo hinartina karebayê ya herêmên naverast û başûrê Îraqê kir.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Cîgirê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê Kar û Barên Çavkaniyên Enerjiyê Geoffrey Pyatt re:
Rûdaw: Gelekî spas balyoz ku tu bi Rûdawê re yî.
Geoffrey Pyatt: Ez kêfxweş im ku ducare bi we re me.
Rûdaw: Birêz Balyoz, tu paşeroja sektora enerjiyê yê Îraqê çawa dibînî? Niha behsa pêkanîna hikûmeteke nû tê kirin û her wiha behsa serbixwebûna enerjiyê ya ji Îranê tê kirin. Her wiha dê serokwezîrekî me hebe ku hikûmeta Amerîkayê piştgiriya wî dike?
Geoffrey Pyatt: Çend peyamên zelal hebûn ku bi nêrîna min îro li vir (Konseya Atlantîkê) hatin eşkerekirin. Ya yekem ew e ku hikûmeta Serokwezîr Sûdanî di mijara serbixwebûna enerjiyê de bipêşketineke rasteqîn bi dest xist. Her wiha di gelek mijarên ku min di nav hikûmetê de li ser wan kar dikir de bipêşketin çêbûye, wekî afirandina jîngeheke veberhênanê ku ji bo şirketên mezin ên cîhanê bibe cihê balê, di nav wan de şirketên zilhêz ên Amerîkayê yên wekî Chevron û Exxon Mobilê jî hene.
Sektora enerjiyê û baweriya hikûmetê
Xala duyem a ku ji bo min zelal bû, birêvebirina vê sektorê ya bi awayekî erênî ye ku ji bo demokrasiya Îraqê û baweriya bi hikûmetê gelekî girîng e. Çimkî ev yek rasterast bi bandora hikûmetê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê her kesê ku bibe serokwezîrê paşerojê, dê roleke wî ya mezin di parastin, domandin û lezkirina wan serkeftinan de hebe. Xala sêyem jî ew e ku divê mijar neyê alozkirin lê divê giraniyê bidin ser bingehên sereke. Yekem, komkirina gazê; divê ji bo sûdwergirtina ji çavkaniyan karekî baştir were kirin. Divê girîngiya sektora gazê ya ji bo pêwendiyên di navbera hikûmeta federal a Îraqê û Herêma Kurdistanê de û ji bo dabînkirina karebayeke berdewam a ji bo welatiyan were qebûlkirin.
Rûdaw: Gelo hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiya sektora gazê û serxwebûna enerjiyê fêm dikin, bêyî ku pişta xwe bi Îranê yan welatên din girê bidin?
Geoffrey Pyatt: Berî çend hefteyan dema ku em li Yunanistanê bûn, diyalogeke min a baş bi Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re hebû. Bê guman wî bandoreke xurt li ser min çêkir ku ew çi qasî giraniyê didin ser van mijaran. Her wiha asta şerê li gel Îranê û girtina Tengava Hurmizê bal kişandiye ser wê yekê ku divê hewlên ji bo serxwebûna enerjiyê û ewlehiya enerjiyê ducare bibin. Ev jî ew armanc in ku Serokwezîr Sûdanî dema li Washingtonê bû û serdana Serok Biden kir, eşkere qal kirin.
Lewma ez bawer dikim di hefteyên pêş de tişta herî girîng du xal in: Yekem, divê ew enerjî û germuhoriya ku di hikûmetên pêş de ji bo berdewamiya reforman hebû, ji dest neçe. Duyem, nabe ku kesî kêmxemî bike. Çimkî encameke din a vê diyaloga me ya îro ev hişyarî bû ku dem ne di berjewendiya Bexdayê de ye. Mebesta min ew e ku rawestandina beşeke mezin a hilberîna petrolê ya Îraqê, metirsiyeke darayî ya rasteqîn çêdike.
Rûdaw: Vê îdareyê biryar da ku lêborîna ceza yên ji bo hikûmeta Îraqê nû neke. Ev yek dê çawa Îraqê teşwîq bike ku gavên xwe yên ber bi serxwebûna enerjiyê ve bilez bike?
Geoffrey Pyatt: Wekî ku min di pêşkeşkirina xwe de jî got, kêmkirina serdestiya zererbar a enerjiyê ya Îranê, di dema gelek îdareyên cuda de (çi Komarî bin çi Demokrat) armanca siyaseta Amerîkayê bûye. Lewma ev yek neguheriye. Ez bawer dikim îdareya Trump dê biryarê bide ka dê çawa hevsengiyê di vê mijarê de biparêze. Îdareya Trump her wiha dixwaze piştgiriyê bide şirketên me yên wekî Chevron û Exxonê. Ti berjewendiya me di têkdana rewşa siyasî ya li Bexdayê yan li Hewlêrê de nîne. Em dixwazin Îraqeke bihêz, bipêşketî, xwedî serwerî û demokratîk bibînin.
Sermayeya mirovî ya Kurdistanê
Rûdaw: Tu paşeroja pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê di sektora enerjiyê de çawa dibînî? Îraqê heta niha ne xwediya yasaya petrol û gazê ye û Hewlêrê hîn jî li ser dabeşkirina dahatê û hinartina petrolê bi Bexdayê re gelek pirsgirêk hene. Amerîka dikare çawa alîkar be ku ev pirsgirêk ji binî ve çareser bibe?
Geoffrey Pyatt: Ez dê sê xalan bibêjim. Yekem, Kurdistan ji aliyê çavkaniyên jeolojîk ve xwedî feydeyeke mezin e; çavkaniyên dewlemend ên petrol û gazê di bin axa wê de hene. Duyem, hikûmeteke wê hebûye ku bi rêya serkirdayetiyên cuda, girîngî daye stratejiyeke ku girîngiya veguhastina enerjiyê û berdewamiyê qebûl dike. Her wiha Kurdistan dixwaze di warê enerjiya rojê de wekî Siûdiye, Îmarat yan welatên din ên Kendavê karên zêdetir bike. Sêyem, Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî sermayeyeke mirovî ya xurt e, ev yek di xebatên şirketên wekî Crescent û HKNyê de jî diyar dibe. Tê pêşbînîkirin ku hikûmeta paşerojê ya li Hewlêrê jî bixwaze xwedî li van hemûyan derkeve. Lê birêvebirina pêwendiyên li gel Bexdayê di çarçoveya têkiliya navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê de, bê guman enerjî di navenda wê têkiliyê de ye. Ev jî ji ber wan pirsgirêkan e ku bi veguhastina darayî û piştgiriya budceyê ve girêdayî ne.
Rûdaw: Te behsa Tengava Hurmizê kir. Ev mijar dê çawa bandorê li ser sektora petrolê yê Îraqê bike? Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re xwedî boriya petrolê ye ku dikare alîkar be da ku pişta xwe bi Tengava Hurmizê girê nedin.
Geoffrey Pyatt: Tişta herî girîng ew ders e ku hemû hikûmetan ji girtina Tengavê wergirtiye, ew jî "pirrengkirin" e di her tiştî de. Pirrengkirina çavkaniyên enerjiyê, pirrengkirina rêyên enerjiyê û pirrengkirina amûrên veguhastina enerjiyê. Wekî ku te qal kir, Herêma Kurdistanê di pozîsyoneke baş de ye ku di lîstika pirrengkirinê de roleke xwe hebe. Ev jî tê wateya sûdwergirtina baştir ji kapasîteya boriyan. Lê helbet dê zext ji bo çêkirina boriyên nû yên veguhastina petrol û gazê jî hebe. Ji bilî vê, ew karên ku Hikûmeta Herêmê di warê hinartina karebayê ya ji Kurdistanê bo başûrê Îraqê de kirine gelekî girîng in. Li vir ducare Kurdistan sûdê ji wan çavkaniyên xwe werdigire.
Rûdaw: Gelo Bexda girîngiya vê yekê fêm dike?
Geoffrey Pyatt: Divê tu bersiva wê pirsê bidî min, bê guman gelek tişt bi hikûmeta paşerojê ve girêdayî ne. Ez gelekî hêvîdar im ku wezîrê enerjiyê û wezîrê karebayê yê paşerojê wan derfetan bibînin. Her wiha girîngiya berdewambûna çêkirina jîngeheke veberhênanê ya ji bo lîstikvanên biyanî fêm bikin. Çimkî ev rêyek e ji bo çareserkirina gelek mijarên wekî karîgerî, sermayeya mirovî û serweriya navxweyî ya ku Îraq dixwaze.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin