Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Li Ber Derîyê Dîrokê, Pêwîstîya Yekitîya Neteweyî Û Hişmendîya Milî (I)

A+A-

Cano Amedî

Di derbarê mijara yekitîyê de, dîroka me ya dused salên dawî bi alîyên xwe yên erênî û neyênî li ber çavan e! Ji ber ku di warê hişmendîya neteweyî de, di warê mafên miletbûnê û daxwazên desthilatdarîyê de problemên me yên bingehîn hene û di heman deman de wek qeydek asê dest û lingên me girêdaye, rê li ber asoya me ya neteweyî tarî kirîye û weke girêkek kor li ser serê me hatîye daliqandin.  

Gelo ev rastîya hanê, ev girêka kor “qeder e” yan jî encama “bêtifaqî û nexweşîyek genetik e?” Sedemên vê nexweşîyê çiqas bi me ve girêdayî ye, çiqas ji derva de li ser me hatîye ferz kirin? Bersîva van pirsan di kûrahîya şert û mercên dused salên dawîyê de veşartîye. Gava ku em rûpelên dîrokê dizîvirînin, kezeba me dişewite, dilê me bi êş lêdide. Kêmasî û şaşîyên pêşîyên me, weke mîratek xirab barê me giran kirîye. Lê mixabin bê aqûbetî û bê tifaqîya doyîn, îro jî weke nexweşîyek genetik hebûna xwe didomîne. 

Ji destpêka serhildana Şex Ubeydullah Nehrî bigre heta roja îro, hewldan û têkoşînên ji bo serxwebûna Kurdistanê hatine meşandin, rastî kelem û astengên dijwar bûne! Serhildan an jî hewldanên rizgarîya Kurdistanê, ji ber gelek sedemên cuda, ji ber şert û mercên demê, ji ber bêtifaqî û hewldanên herêmî, êrîş û destdirêjîya dijmîn, nakokî û pirsgirêkên navxoyî, kêmasîya hişmendîya miletbûnê, her yek jê bûye astengîyek cuda û rê li ber berbanga azadîyê  asê kirine, gavên hewldanên nû dereng xistine.

Îro jî wan nexweşîyên doyîn, bi şêweyeke din hebûna xwe didomînin û rê li ber rizgarîya netewa Kurd asê dikin. Ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê, pêwîstîya miletê Kurd bi tifaq û hevkarîyên neteweyî heye. Ev pêwîstî do jî hebû, îro jî heye, wê sibê jî hebe! Do ji ber dîwarên îdeolojîk, ji ber rêxistinperestîyê, ji ber qûretî û bêhntengîya siyasî, ji ber bêtecrube û bê asoya milî, pêşengên me, sazî û dezgehên me, rêxistin û partîyên me bi ser neketin! Di warê tifaqa neteweyî de derfetên hebûn bi kar nenanîn û îro dibêjin: “Xwezîya wê demê, em bi ser biketina!” Belê,  rast e, em îro baca wê sîyaseta biserneketî didin û di derbarê pêwîstîyê tifaqa neteweyî de hawar û qêrîn dikin. Lê mixabin ji ber hînbûnên me yên berê, ji ber nexweşîyên rêxistinî ku hişê me dîl girtîye, bi kurt û kurmancî ji ber karekterê îdeolojîk, ji ber sedemên bêtifaqîyê em îro jî dengê hevdû nabihîzin!

Dîrok şahid e ku miletên tifaq û yekrêzîya nav xwe pêk anîne biserketine û bûne xwedî dewlet, bûne desthilatdarên welatê xwe. Ev jî bi rê û rêbazên rêxistinî, bi hişmendîya neteweyî, li ser bingeha armancên sereke û yên stratejîk pêk hatîye. Miletên bi hişmendîya yekîtiyê tevgerîyane îro di nava koma miletan de cîhê xwe girtine. Yên tifaqa xwe pêk nenanîn, di bin zilma dagirkerîyê de cirmên xwe didin. Miletê ku enerjîya xwe bi nakokîyên navxweyî û perçebûnê xerc dikin, cîhê wan li ser dika dîrokê tune ye û mehkûmê windakirinê ne!

Miletê Kurd, yek ji gelên qedîm ên Rojhilata Navîn e, ku di sedsala 21ê de, di nav rastiya erdnîgarîyeke parçekirî de, ji statûyek siyasî bêpar, li dijî dagirkerên hov ditêkoşe! Îro li seranserê dunyayê bayê siyaseta guhertin û hewldanên restorasyonên heremî û gelemperî desthilatdar e. 

Di vê pêvajoyê de, ba û bahozên guhertinê wê bandorek çewa bi xwe re bîne, girêdayî berjewendî û sîyaseta dewletên mezin û helwesta miletê Kurd e. Ji bo miletê Kurd bigehîje mafên xwe yên neteweyî, siyasî û çandî, berîya her tiştî girêdayî tifaq û tekoşînek hevbeş ya yekîtiya Neteweyî ye. Kilîda destpêkê ya serkeftinê di kûrahîya aqlê kolektif de veşartîye!

Dîroka me ya nêzîk, daye îspat kirin ku yekîtîya miletê Kurd, jibo hebûna paşerojê pêwîstîyek jîndar û girîng e!

Yek ji astengîya herî mezin a siyaseta Kurd ew e ku di pêvajoya îroyin ya dîrokî de, ji dêvla em enerjîya xwe li hemberî dagirkeran xerc bikin, em dibînin ku zêdetir di reqabeta navxwoyî de xerc dikin. Di cîhana îroyin de têkilîyên navneteweyî, ne li ser hestiyarîyê ye, ev têkilî bi temamî li ser berjewendiyên milet û dewletan ava bûye û bi vî rengî dimeşe. Hêzên desthilatdar gava ku miletekî muxatab digrin, li gel berjewendîyên xwe, li rastîya dengekî yekgirtî, stratejiîyeke zelal, li temsilkarîyeke neteweyî û li nûnertiyeke bi îstîqrar jî digerin.

Wêneya alîyên siyasî yên perçebûyî û dijberîya nevxweyî, faktorek herî mezin e ku destê  Miletê Kurd li ser maseya dîplomasiyê qels dike. Heta ku hewldanek, sîwanek ji bo destkeftîyên neteweyî pêk neyê; serkeftinek mayînde an destkeftîyek bingehîn bidestxistin zehmet e! Girîngîya yekitîyê, ne tenê kombûna hêzên leşkerî û sîyasî ne; di heman demê de pêngava hilweşandina dîwar û bendavên derûnî ye jî. 

Xalek din jî, gava bingeha yekîtiya neteweyî bête avakirin, divê di hişê mirovan de ji dêvla têgehîştina "em bi ser nakevin" an jî "emê bikevin qirika hev", divê em di şûna vê nêrînê de baweriyeke kolektîf ava bikin. Realîta rizgarîya neteweyî, ne tenê bi azadkirina axê ve girêdayîye. Gava bi mejîyekî azad, daxwazên kolektif, zimanekî dîyalogê û hişmendîya berjewendîyên "netewî" derkeve pêş, serkeftin pêkan e.

Yekitî, nayê wê wateyê ku her kes di heman partiyê de cîh bigre, heman îdeolojiyê biparêze an jî li pey yek serokî bimeşe an rêz bibe. Yekitî ew e ku mirov li ser bingehek neteweyî, ji bo armanc û berjewendîyên gelemperî, ji bo azadî û serxwebûnê bi hişmendîyek kolektif tevbigere, li ser stratejiyeke hevpar têbikoşe, bingeha hişmendîya neteweyî geş bike û girîngîyê bide helwestên hevbeş, aqlê kurdî derxe pêş. 

Hemû beşên civatê û cudahîyên îdeolojîk tenê di bin sîwana netewî de, bi îradeyek kolektif, bi hişmendîyek neteweyî dikarin rê û rêbazên serkeftinek mayînde peyda bikin û bi hevre derxin holê. An jî bi xebatên hevbeş dikarin ji firsend û derfetên heyî an jî yên demî îstîfade bikin.

Di warê daxwaz û armancên neteweyî de, di warê hedefên nêzîk, navîn û dûr de bernameyek zelal, nexşerêyek esasî, divê weke xetên sor ên neteweyî bingeha dîyalog û pêwendîyan serast bike, li ser stratejîyek mayînde me bi hev girêbide. 

Hebûn û nasîna miletê Kurd, divê di bin ewlehîya destûra bingehîn û li ser bingeha hûqûqa navdewletî de bê parastin, kêşaya kurd û Kurdistanê bê qebûl kirin. Divê asteng û zextên li hemberî nasname, ziman û çanda kurdî, bertekên li dijî rêxistinbûnê ji holê rabin. Divê miletê Kurd weke hemû miletên azad xwedî desthilatdarîya xwe be.

Divê bê niqaş, mafê xwe îdare kirinê bête qebûl kirin û li gorî şert û mercên konjonkturê, bi şertê girêdayî erdnîgariyê, daxwazên statûyê (federasyon, xweserî, serxwebûn û hwd.) bi zimanekî hevpar ji cîhanê û raya giştî re bê diyar kirin.

Divê parastina pêkhateyên demografîk weke erk bête dîtin û di hemû deman de, li hemberî guhertinên demografîk ên li ser erdnîgariya kurdan, helwestên neteweyî û daxwazên hevpar bên nîşandan.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin