Sûrên Amedê bên nûjenkirin 5 milyon geştyar tên

Sûrên Amedê bên nûjenkirin 5 milyon geştyar tên

Serokê Encûmena Rêveber a Komeleya Kultur, Turîzm û Mûsîkî ya Amedê (DÎKTUM-DER) ragihand ku ‎eger Sûrên Amedê bên nûjenkirin her sal 5 milyon geştyar serdana bajêr dikin

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Encûmena Rêveber a Komeleya Kultur, Turîzm û Mûsîkî ya Amedê (DÎKTUM-DER) ragihand ku eger Sûrên Amedê bên nûjenkirin her sal 5 milyon geştyar serdana bajêr dikin û got: “Divê heta zû ye ev Sûr bên nûjenkirin. Eger hun dixwazin bêkarîya li bajêr kêm bikin, xwedî li Sûran derkevin. Bila geştyarî geş bibe daku li welat bêkar nemînin. Em li bajarekî ne ku potansîyela wê ya geştyarî li beramber ‎‎500 kargehan e.”

Serokê Encûmena Rêveber a DÎKTUM-DERê Kenan Aksu derbarê dizîna kevirên dîrokê yên Sûra Amedê de axifî û da zanîn ku Sûr bêxwedî mane. Aksu bang li alîyên peywendîdar kir ku Sûrên Amedê nûjen bikin û got, ji bo xwedîderketina li xezîneya kulturî ya bajêr divê zêrevan an jî hêzeke polîsên geştyarî were pêkanîn.

Kenan Aksu dîyar kir ku bi salan e Sûrên Amedê nehatine nûjenkirin û got: “Mixabin kevir dikevin. Ev metirsî ne. Ya girîng xwedî li vê derê derkevin. Ji ewlehîya can an jî bo wêya mirov bi rehetî li van deran bigere pêwîst e tedbîr bên wergirtin.”

Aksu da zanîn Sûrên Amedê piştî Seda Çînê sûrên herî dirêj ên cîhanê ne û got: “Xezîneyeke wiha tê wateya ku salane herî kêm 5 milyon geştyar serdana vê derê bikin. Ji ber li cîhanê tiştekî bişibe van Sûran nîne. Bi dîrêjahîya 5,5 kîlometreyan mûzeyeke vekirî ye. Mixabin bi salan e ti kar nayê kirin. Eger hun dixwazin bêkarîya li bajêr kêm bikin, xwedî li Sûran derkevin. Bila geştyarî geş bibe û li welat bêkar nemînin. Ji ber em li bajarekî ne ku potansîyela wê ya geştyarî li beramber 500 kargehan e.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin